2 endamên Koma Dengê Amara hatin binçavkirin

2 endamên Koma Dengê Amara hatin binçavkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de endamên Koma Dengê Amara Habib Kaymaz û Mehmet Dag hatin binçavkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan di ser gelek malan de girt. Polîsan d serdegirtina malan de birayê Ugur Kaymaz û endamê Koma Dengê Amara Habîb Kaymaz (18) û Mehmet Dag (17) binçavkirin. Polîsan Kaymaz û Dag birin Midûriyeta Polîsan ya Qoserê û alavên wan ên taybet ji desteser kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.