2’emîn konferanda Jinên BDP’yî dest pê kir

2’emîn konferanda Jinên BDP’yî dest pê kir

Melîsa Jinan a BDP'ê, 2'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi dirûşima “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" pêk anî. Di konferansê de Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gulten Kişanak, li ser hevdîtinên Oslo rawestiya û wiha got: "Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin. Em dixwazin derfetên çareseriyê pêşkêş bikin. Êdî tehamula xapandin û mijûlkirina tu kesî nemaye. Êdî tehamula me ya ji bo gelê kurd û tirk dixapine nemaye."

2'emîn Konferansa Meclîsa Jinan a BDP'ê bi hişyariya “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" li Salona Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê dest pê kir. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê Ayla Akat, Nursel Aydogan, Mulkiye Birtane, Emine Ayna, Sebahat Tuncel, jinên KCD'’yî û BDP’yî jî di navde bi sedan jin amade bûn. Ji bo dîwanê Parlementera BDP'ê Ayla Akat, Kibriye Evren, Akide Îdîn, Cemile Emînoglu, Asiye Kolçak hatin hilbijartin.

Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê Kibriye Evren, diyar kir ku dê konferansa wan 2 rojan berdewam bike û diyarî gerîlayên jin ên yên li Bedlîsê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan bikin. Evren, girtiyên ji PKK'ê û PAJK'ê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan tên meşandin şermezar bikin ketine greva birçîbûnê jî silav kir û anî ziman ku heta dawî piştgiriyê didin wan. Evren, da zanîn ku jina kurd ji serdema koletiyê heta niha bi têkoşînê gihiştiye îro û dê bêtir li azadî û mafê xwe xwedî derkevin.

'BILA EV KONFERANS BIBE WESÎLEYA AZADIYA WELAT'

Evren, destnîşan kir ku bi xêra têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jina kurd gihiştiye vê astê û wiha got: "Felsefe û bîrdoziya Birêz Ocalan jina kurd bilind kiriye û gihandiye vê astê. Êdî jina kurd dikare li ser piyê xwe raweste û xwe bi xwe birêve bibe."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, jî da zanîn ku jina kurd di tevgera azadiyê de bedelên giran û mezin dane û bi van bedelan gihiştine îro. Kişanak, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û wiha axivî. "Li girtîgehan girtiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Derfetên xwe yê herî baş û bi hêz bedena xwe didin ber mirinê. Ji bo azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Kişanak, li ser hevdîtinên Oslo rawestiya û wiha got: "Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin. Em dixwazin derfetên çareseriyê pêşkêş bikin. Êdî tehamula xapandin û mujûlandina tu kesî nemaye. Êdî tehamula me ya ji bo gelê kurd û tirk dixapinê nemaye."

‘GELÊ KURD BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ XWE QEBÛL DIKE'

Kişanak, da zanîn ku divê vîna gelê kurd li ber çavan bê girtin û xwest rê li pêşiya hevdîtinên Oslo ji nû ve bê vekirin. Kişanak, xwest berî her tiştî komkujî û binpêkirinên mafan nêyên jibîrkirin û hesap ji an bê pirsîn û Erdogan durist nêzî wan bibe. Kişanak, destnîşan kir ku gelê kurd Rêberê PKK'ê Ocalan wekî rêber û vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye û xwest her kes hurmetê nîşanî vê yekê bide û muhatap qebûl bike.

Piştre konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.