Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê hate îdîakirin ku 2 cenazeyên aydê gêrîlayên HPG’ê ne hatin dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Hate zanîn ku, li Çiyayê Gomanê yê navçeya Şemzînana Colemêrgê 2 cenazeyên ku tê îdîakirin aydî gêrîlayên HPG’ê ne hatin dîtin. 2 cenaze bi ambûlansên leşkerî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û ji vir jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.