Ji zarokê bi navê M.Y. yê 14 salî yê ku tê îdîakirin, têkiliya wî bi êrîşa molotof û bombeya deng ya li dijî Navenda Piştgiriya Jinê ya Amedê heye 19 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî zarokê bi navê M.Y. (14) yê ku tê îdîakirin têkiliya wî bi êrîşa bi molotof û bombeya deng ya di 25'ê nîsanê de ya li dijî Navenda Piştgiriya Jinê ya ji aliyê Qeymeqamtiya Rezanê ve hate vikirin heye, hatibû binçavkirin û hatibû girtin, îdîanameya derheqî wî de temam kir. Di îdîanameyê de hate diyarkirin ku, bûyer ji aliyê 5 kesan ve hate lidarxistin û dema ku ji cihê bûyerê çûn di encama şopandinê de M.Y.hate girtin û nasnameya 2 kesên din jî hate tesbîtkirin. M.Y.di binçavan de mafê neaxaftinê bikaranî û di îfadeyên li dozgeriyê de jî got 2 kesan madeya pişt re hînbû ku bombeye dan wî û ji bo ku bavêje polîsan. M.Y. anî ziman ku, dema wî jî polîs dîtin made avête polîsan.
Di îdîanameyê de tişta herî balkêş di êrîşê de wesayîta zirxî ya polîsan zirar dît û zirar wê jî xizên li ser boxayê nîşandan bû. Di îdîanameyê de derheqê M.Y. de li gorî îdîayên "Bi tevkarên sûc re 'Li gel endamê rêxistinê nîne li ser navê rêxistinê sûc kir'", "Madeyê teqemeniyê peyda kir" û "Zirar da malê cemaweriyê" 19 sal cezayê girtînê jê re tê xwestin.
Çav lê ye ku, M.Y. rojên bê li Dadgeha Cezayên Giran ya Zarokan ya Amedê derbikeve pêşberî dadger.