17 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê dibin

17 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê dibin

17 girtîgehên din daxuyandin ku ew dê di 5'ê cotmehê de tevlî çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ya birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de dan destpêkirin a bêdem û dorveneger bibin. Hate diyarkirin ku ji 7'ê cotmehê ve girtî dernakevin hevdîtina vekirî û girtî, û xwestin ku li ber deriyê girtîgehan nobet bê girtin.

Greva ku di 12'ê Îlonê de li 7 girtigehan dest pê kir, bi tevahî li 17 girtîgehan bi 180 girtiyan didome.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de bi tevlîbûna 7 girtîgehan û di 24'ê Îlonê de bi tevahî li 17 girtîgehan 180 girtiyan dest pê kir.

Denîz Kaya, dazanîn ku dê di 5'ê cotmehê de 17 girtîgehên din bi tevahî li 34 girtîgehan çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: "Em ji bo tecrîda li ser Rêberê me bê bidawîkirin, şertên Rêberê me ên tendurîstî, ewlehî û azadiyê pêk bên, polîtîkayên asîmîlasyonê yên nîjadî û tundî li ser zimanê zikmakî bê rakirin û divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin me dest bi çalakiya gireva birçî bûnê kir."

Kaya, anî ziman ku heke daxwaz neyên qebûlkirin dê çalakî zêde bibin. Kaya, da zanîn ku bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn û wiha destnîşan kir: "Dewleta tirk û çeteya Erdogan dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan di kongreya xwe de careke din nîşan da. Li hemberî hemû kesên li ser navê kurd diaxivin wan bêdeng bike ya ji destê wî bê dêbike."

BANGA NOBETA LI BER GIRTÎGEHA

Kaya, anî ziman ku li 17 girtîgehan bi tevlîbûna 180 kesan çalakiya gireva birçîbûnê berdewam dikin û wiha pê de çû: "Ji 5'ê cotmehê dê girtîgehên Çewlik, Elbistan, Gebze, Bafra, 1-2'yemîn Kiriklar, 1-2'yemîn Tekîrdag, Şakran, Mûş, Bayburt, Kurkçuler Edene, Kirikkale, Sîncan, Semsûr û Êlih jî di nav de 17 girtîgehên din dê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bibin.”

Kaya wiha domand; “Ji 7'ê cotmehê ve girtî dernakevin hevdîtina vekirî û girtî. Bila malbatên me ji bo hevdîtinê neyên girtîgehan. Ewlehî û tendûrîstiya me bi ewlehî û tendûrîstiya Rêberê me re ye. Em bang li hemû malbat û dostên xwe yên mereqa me dikin ku li ber girtîgehan nobetan bigirin û platformên azadiyê ava bikin, dikin. Em bang li partiyên siyasî û wekîlên demokrat dikin. Qêrîna me bibihîzin. Bibin dengê qêrîna me û bibin navberkar. Çalakiya me ji raya giştî re vebêjin."