Li Dêrsimê piştî nîqaşa di navbera esnaf û ciwana de mezin bû, polîsan bi cop û bombeyên gazê mudaxele kir û 15 ciwan binçavkirin.
Li Dêrsimê di navbera firinvanên ku pijandina masiyan qebûl nekir û 3 ciwanên 20 salî de nîqaş çêbû û ev nîqaş vegerî pevçûnê.
Dema ku polîsan bi cop û bombeyên gazê êrîşî ciwana kir, rûniştvanên bajar bertekek mezin nîşanî polîsan da û li ser vê bûyer mezin bû.
Vê carê di navbera ciwanên ku reviyan sûka bajar û polîsan de pevçûnd erket.
Di vê navberê de hinek ciwan ketin Komelya Azadî û Mafên Bingehîn. Pevçûna ku tîmên taybet jî alîkarî danê piştî kêmek rawestiya nêzî 15 ciwan hatin binçavkirin.