Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çete de berdewam dikin û 15 çeteyên din ên birîndar şevê din anîn Serêkaniya Serxetê (ya Bakûrê Kurdistanê. Ji çarşemê hate niha 60 çeteyên birîndar anîn Serêkaniya Rihayê.
15 çeteyên din ên di pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çete yên li Serêkaniya binxetê de birîndar bûn anîn navçeya Serêkaniyê ya Rihayê.
Birîndarên bi ambulansan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê tên darmankirin û hate zanîn ku rewşa 4 kesan giran e û veguhestin nexweşxaneyên din.
Di pevçûnên ji 12'ê kanunê hate niha destpêkirin de zêdetirê 60 çeteyên birîndar anîn Serêkaniya serxetê. Ji kesên anîn Serêkaniyê heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest da û rewşa 20 kesan jî giran e. 20 kesên rewşa wan giran li nexweşxaneyên Riha yên cuda tên dermankirin.