10 kesên 2 roj berê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin binçavkirin veguhestin dadgehê.
10 welatiyên di 26'ê kanunê de li gund û navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin binçavkirin ên bi navê Serhat Turgay, Ramazan Bozdemîr, Resul Bulut, Huseyîn Artuk, Kemal Aslan, Sînan Bogurcu, Eyup Arsu, Egîd Gezer, Hasan Arsu û Şukru Damat piştî îfadeyên dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezayên Giran a Sulh a Qoserê hatin kirin. Kesên hatin biçavkirin bi îdîayên "li hemberî polîsan berxwedan" û "li hemberî polîsan derketin" tên sûcdarkirin.