10 gund rizgar bûn, 45 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê 10 gund hatine rizgarkirin, 45 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di pevçûnan 4 şervanên YPG’ê bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê 10 gund hatine rizgarkirin, 45 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di pevçûnan 4 şervanên YPG’ê bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ku li ser mapera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye:

“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 29’an de bi serketî berdewam dike.

Operasyonên di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr-rojavayê Serêkaniyê didomînin.

Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li rojavaye bajaroka didomînin li aliye din de jî operasyonên xwe ya li qadên dikeve bakure çiyayê Kizwanan berdewam dike.

Hêzên me şevê din li qadên dikeve rojavaye bajaroka Mebrûka operasyonên nû lidarxistin. Di encama vê operasyone de hêzên me gundên El Hayis, Hewwas, El Qadriyê, Dehlîz, Zeydî û Seferna ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin. Di operasyonê de rêhevalekî me ku pêl mayine çeteyan a bere cih kiribûn pêle kir û birîndar bû, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadetê.

Di navbera hêzên me yên ku li qadên dikeve navbera çiyayê Kizwanan û bajaroka Alya de operasyonên xwe didomînin û komên çeteyan de pevçûnên dijwar rû dane. Di nav 24 seatên dawî de hêzên me li van qadan gundên Maptuh, Ebû Hesen, Hiseyn Acêl û Aşşan ji çeteyan paqijkirin. Pevçûnên li gundê Meptuh rû dan bi qasî hat zelalkirin 22 çete hatine kuştin.

Îro dane sibehê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de li gundê Bedîa ya ku li heman herême ye pevçunên dijwar rû daye. Pevçûnên di mesafeyeke nêzîk û sing bi sing rû dane heta niha bi qasî hat zelalkirin 19 çete hatine kuştin. Dema çeteyan cara yekem gulê li ser hêzên me reşandin 2 rêhevalên me gihiştin şehadetê.

KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tên meşandin, roja xwe ya 262. de berdewam dike.

Komên çeteyan duh li başûrê Kobanê êrîşek nû li dar xistin. Piştî êrîşê li hember gundê Qeynterê de pevçûnên dijwar hatine jiyîn. Hêzên me êrîşên çeteyan şikandin û bi qasî hat zelalkirin 4 çete kuştin. Di van pevçûnan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadetê.

Li heman eniyê çeteyan li hember gundê Qilhaydê jî bi topên hewanan êrîşek li dar xistin.ˮ