10 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin.
Li girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê 10 girtiyên siyasî daxuyandin ku, wan bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, mafên wî yên ewlehî, tendursitî û azadiyê bên dîtin, daxwaza parastina zimanê zikmakî bê dayîn û astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin. 10 girtiyên PKK'î diyar kirin ku, wan di 24'ê Îlonê de dest bi girevê kirine. Kesên ku ketin girevê navê wan wiha ye: Mehmet Çelîk, Cevzet Derse, Muslum Demîr, Necmettîn Ayhan, Murat Gumuş, Eyup Çelîk, Mulazim Manyak, Şaban Şahîn, Mubarek Aku û Îlyas Arzu.
* Di 12'ê Îlonê de li Amedê girtiyên bi navê Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlûm Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun ketin girevê.
* Li Girtiya Tîpa H ya Erziromê Hacî Sincer, Selman Gulbahçe, Sinan Gencer, Omer Çelik, Adem Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kanî Çelîk, Îbragimov Vezîr Abbassaviç, A. Kadîr Irmak û Veysî Akgonul di 22'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kirin. Li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê jî Sedat Çayir, Mehmet Înatçi, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerîf Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebî, Edip Erdem, Mahsum Kahraman û Metin Toprak di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
* Li girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan girtiyên jin yên di 24'ê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin navên wan wisa ne; Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekîn, Çîmen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacîre Tanirgan, Hanim Çelîk. Jinan diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê rakirin û nasname û zimanê kurdî tê nasîn dê berxwedana xwe bidomînin.