10 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin

10 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin

10 girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 10 girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên azadî, tenduristî û ewlehiya Ocalan bicih bên, dest bi gireva bêdem û bêdorveger kirin. Girtian bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û anîn ziman ku, ji 25'ê Îlonê û şûn ve 10 girtiyan dest bi çalakiyê kirine. Girtiyên ku ketin girevê navê wan wiha ye: "Yunus Durdu, Musa Arslan, Firat Arzu, Mehmet Yavuzel, Cumhur Karuman, Hiriş Menberi, Emîn Gezer, Şirin Şahin, Zuleyha Yilmaz û Behice Tanriverdî.