1'emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ku 5 rojin di pêşengiya şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Sûr, Peyas, Rezan û Yenîşehîrê bi şîara 'Em bi reng û dengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" pêk dihat bi konseran bi dawî bû.
1'emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ku 5 rojan berdewam kir bi konserek mezin bi dawî bû. Konser li pêş Salona Dawetê ya Ava ya naçeya Peyasê pêk hat. Girseya tevlî konserê bû bê navber sloganên di lehê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kir. Di konserê de Koma Razdar, Koma Laleş, Suavî, Serhedo û herî dawî jî Şeval Sam derket ser dikê û bi stran û awazên xwe reng da şevê. Bi hezaran kesên hatin qadê bi yek dengî dilsoziya xwe ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin "Muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane."
Di konserê de pankartên 'Şoreş bi newayan geş dibe', ' Heqîqet huner û jiyana azad diafirîne' bi dikê ve hatin daliqandin. Destpêkê Koma Razdar derket ser dikê bi stranên xwe girse coşandin. Pîştî Koma Razdar Koma Laleşê ku ji Silopiya hat bi stranên şoreşgerî girse coşand. Dema kom derket ser dikê girseyê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" berz kirin.
Piştî Koma Laleş Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut derket ser dikê û tecrîd û polîtîkayên AKP'ê şermeza rkir. Piştre hunermend Suavî derket ser dikê Mîhrîcana Amedê pîroz kir û daxwaza dewamkirinê xwest û diyar kir ku, navenda aştî, biratî û berxwedanê Amedê. Suavî da zanîn û bi sîstema desthilatdar Aşitî û demokrasî pêk nayê û hêvî dike hemû çek bi dostanî bên berdan. Pişte strana xwe ya "Ev rê rêya me ye" diyarî Ahmet Kaya û Yilmaz Guney kir.
ÇALAKIYA JI BONA ZÎNDANA AMEDÊ
Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî derket ser dikê gel silav kir. Tan diyar kir ku, Erdogan li hemberî têkoşîna gelê Kurd harbûye. Di konserê de ji bo ku Zindana Amedê bi be muze bi hezaran kesan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê dema ku Serhedo derket ser dikê coşa gel derket asta herî jor. Bi hezaran kes bi yek dengî bi Serhedore stran gotin. Serhedo anî ziman ku, 5 rojin li Amedê mîhrîcan heye û wiha got: "Heger ne ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên Kurdistanê bûya me nedikarî li vê qadê konser bidaya. Serhedo ji bo jinên Kurd jî strana ' Gula Gulistanê' strî. Herî dawî hunermend Şeval Sam derker ser dikê. Mihrîcan bi starên Şam bi dawî bû.