JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
-
‘8’ê Adarê ji bo me mîrateya jinên berxwedêr e’
Gerîlayên YJA STAR’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin û diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo wan roja berxwedanê ye. Gerîlayên jin gotin ku heta jin hemû mafên xwe bidest bixin wê xwedî li vê roja berxwedanê derkevin.
-
-
Jin ji bo 8’ê Adarê li qadan in
Bi hezaran kes tevlî mîtîngên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yên li Mûş, Îdîr û navçeyên wan pêk hatin bûn.
-
-
-
-
Ji bo mîtînga Mehserê bangawazî hat kirin
Bi munesebeta 8’ê Adarê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP’ê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û banga tevlîbûna mîtînga yekem a gundê Mehserê hat kirin.
-
Ji bo jinên girtî pirtûk hatin şandin
Xebatkarên Jin ên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de ji Postaxaneya Ofîsê ji bo girtiyên jin kart û pirtûkan bişînin hatin cem hev.
-
-
Li Hannoverê têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Kurd a Ronahî, Courage, MLPD’ê paneleke bi mijara ‘Ji Şengalê heta Kobanê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û rola wan a di rêveberiya herêmî de’ pêk anî.
-
-
Nexweşiyek global: Şîdeta li dijî jinê
Ruhê mirovan di nava du cureyan de hatiye parvekirin. Yek mêr, a din jin. Jin, jiyan û hestan temsîl dike. Wisa ye ku ‘Eger di kesekî de jin kêm be, pêre hezkirin jî kêm dibe'.
-
Li Londonê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
Li Londonê 8'ê Adarê wê hefteyekê bi çalakiyan were pîrozkirin. Çalakiyên di 1'ê Adarê de bi meşê destpê kirin, wê bi nîşandana fîlm, meşa jinan a navendî û panelan dewam dike.
-
Jin wê ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ku li Başûrê Kurdistanê xebatê dimeşîne, bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Rêxistinê da zanîn ku ew ê meşeke dirêj a ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin.
-
-
-
-
-
YDK: Di hilbijartinan de em destekê didin HDP'ê
Rêxistinbûyîna Yenî Demokrat Kadin (YDK) da xuyakirin ku di 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û di nava meclîsên HDP'ê yên jinê de tevlî kar bibin. YDK got, "Gelo bend dikarin li ber piştevaniya jinê bisekine?"
-
-
-
-
Li Dêrsimê panela 8’ê Adarê
Panel bi beşdariya Endama MP’ya ESP’ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê Munevver Îltemur, Doç. Dr. Nîlgun Tunçcan Ognan û nivîskar Esra Çîftçî pêk hat.
-
Starta 8'ê Adarê li Cizîrê hat dayîn
Starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê, li Cizîrê bi meşeke bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedana jinên Kobanê xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hat dayîn.