JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
-
-
Jinan cenazeyê Hoffmann wergirt
Cenazeyê şervana MLKP Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê.
-
Cenazeyê Hoffman wê ji Nisêbînê bê wergirtin
Cenazeyê şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, wê ji deriyê sînor ê li Nisêbînê ji aliyê malbat û rêhevalên wê ve teslîm bê girtin.
-
-
-
Bi hezaran jin li Antakyayê kom bûn
Li Antakyayê bi hezaran jin, di çarçoveya bernameya Meşa Jinê ya Cîhanê de li hev kom bûn. Jinên meş û mîtîng lidar xistin, jinên li Kobanê li ber xwe didin silav kirin.
-
-
-
-
"Bi ruhê Arîn û Şîrînan ax û azadiyê hembêz bikin"
KJAR'ê li qadên gerîla bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kir. Endama Koordînasyona KJAR'ê Gulan Fehîm diyar kir ku bi 8'ê Adarê re ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji hemû jinên Rojhilat xwest ku bi ruhê Arîn û Şîrînan ax û azadiya xwe hembêz bikin.
-
Rojnamevan Asmen xelata xwe li çiyê wergirt
Rojnamevan Asmen a di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de bû yekemîn, xelata xwe di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de ji destê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes girt.
-
KJK’ê çalakiyên 8’ê Adarê silav kir
Koma Jinên Kurdistan, hemû jinên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daketin qadan silav kirin.
-
-
-
-
-
-
Li Qendîlê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Gerîlayên jin ên li Qedîlê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidar xistin. Gerîlayên jin dan xuyakirin ku ew ê 2015'an bikin sala xwegihandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya jinê.
-
-
-
Li Parîsê resepsiyona 8’ê Adarê
Li Parîsê piştî meşa 8’ê Adarê, Kolektîfa Piştevaniya bi jinên Kobanê re ku Tevgera Jinên Kurd jî têde cih digire, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk resepsiyonek pêk anîn. Di resepsiyona pêk hat 700 jinên femînîst tevlî bûn.
-
Wekîla Syriza: Têkoşîna jinên Kurd bû mînak
Parlamentera Syriza Afrodît Stampoûlî ya hat Pirsûsê û 8'ê Adarê li jinên Kobaniyî pîroz kir anî ziman, ku ew li gel têkoşîna jinên Kurd in û got, "Berxwedana YPJ'ê ji bo tevahiya jinên cîhanê bû çavkaniya hêviyê."
-
Li Swêdê bi hezaran jinî berxwedana Kobanê silav kirin
Di çalakiya 8’ê Adarê ya li Stockholm a Swêdê pêk hat de berxwedana Kobanê mora xwe lê da. Piranî jin 5 hezar kesî bi hev re dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bi Kobanê re piştevanî’ berz kirin.
-