'Çareserî bi aştî û civaka demokratîk pêkan dibe'

Gazî Karwan Kobanê diyar kir ku bi hevgirtin û yekîtiyê gel dikarin rizgar bibin û got, “Em ji hemû mirovahiya azadîxwaz re radigihînin ku çareserî bi aştî û civaka demokratîk pêkan dibe.”

Gazî Karwan Kobanê têkildarî rewşa dawî ya li herêmê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Karwan diyar kir ku hêzên sermayeparêz di şer de israr dikin û got, “Bi hezarê salan e desthilatdar bi xwîna gelan xwe li ser piyan dihêlin. Di roja me de bi taybet jî ji bo dewlemendiyên li Rojhiata Navîn desteser bikin, hêzên hegemon bi hevkarên xwe yên herêmî re şer û pevçûnan gur dikin. Rojane bi sedan mirov tên kuştin. Di van çend salên dawî de Xeze kirin deryaya xwînê. Bi hezaran mirov hatin kuştin û birîndar bûn.”

Karwan Kobanê anî ziman ku bi hevgirtin û yekîtiyê gel dikarin rizgar bibin û wiha domand, “Herî zêde jî jin û zarok ji şer û pevçûnan zerar dibînin. Weke gaziyên şer em dizanin bê şer çi ye û bi xwe re çi tîne. Em weke Kurd me ji bo parastina xak û gelê xwe di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe da û em li ber xwe didin. Rêber Apo jî ji bo şer û tundî ji holê rabin, bi salan e di nav têkoşîneke bi rûmet de ye. Em gihiştine qinyata ku teqez çareserî bi kuştin û zordariyê nabe. Divê her kesên azadîxwaz û aştîxwaz li pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin xwedî derkevin. Em ji hemû mirovahiya azadîxwaz re radigihînin ku çareserî bi aştî û civaka demokratîk pêkan dibe.”

Karwan Kobanê bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir, “Pêwîst e, em fikir û bîrdoziya Rêber Apo di nav hemû gelan de belav bikin. Bi taybet jî divê jin û ciwan di vê mijarê  de bi roleke mezin rabin. Ji bo jiyaneke bêşer û tevahî gel karibin bi azadî bi hev re bijîn, pêwîstiya me bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye. Li ser vî bingehî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê em hewldanên xwe xurt bikin.”