EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdan li Berlînê Hûlûsî Akar protesto kirin
Di dema serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk a li Berlînê de, ji aliyê Kurdan ve çalakiyek prostestoyî hate lidarxistin. -
Rêxistina ARCI ya Îtalî piştgirî da kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
Rêxistina çandê ya li aliyê çep a antî-faşîst, di civîna xwe ya meclîsa neteweyî de biryar da ku piştgiriyê bide kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Muxalefetê têkildarî serdana Akar bang kir
Beriya hevdîtina ku Wezîra Parastinê Annegret Kramp-Karrenbaûer îro bi hempîşeyê xwe yê Tirk Akar re çêbike, partiyên muxalefetê bang kirin û xwestin, rejîma Erdogan bi rengekî cidî bê hişyarkirin. Ji bo çalakiya protestoyî jî banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Kaselê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin
Kurdistaniyên li Kaselê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û piştgirî dan berxwedêrên di grevê de ne. -
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê di hefteya 2’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Ofîsa NY’ya Cenevreyê ji bo dengê girtiyên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê di hefteya duyemîn de ye. -
DEMNED ji bo çalakiyên Sibatê bang kir
DEMNED a bal kişand ser çetetiya desthilata AKP-MHP’ê, peyama mezinkirina berxwedanê ya li dijî tecrîda li Îmralî da. DEMNED’ê ji bo çalakiyê meha Sibatê jî banga tevlîbûnê li gel kir. -
Kurd wê Akar li Berlînê şermezar bikin
Kurd wê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar şermezar bikin ku wê bê Elmanyayê. Saziyan diyar kirin, ku Akar dijminê Kurdan û jinan e. -
Nûnerê Tamîlan: Em li benda piştgiriya gelê Kurd in
Serokê Meclîsa Gel a Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar got, "Çawa ku rejîmên zordar pişta hev digirin, divê gelên bindest jî bi rengekî hevpar têbikoşin." -
Zextên Îranê di rojeva Parlamenta Swêdê de ye
Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh girtina 70 jin û parêzvanên mafên mirovan û qetilkirina kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê xiste rojeva Parlamenta Swêdê. -
Krîza di navbera xwendekarên zanîngehê kûrtir e
Li gorî lêkolîneke ku li Fransayê hatiye kirin, ji ber qedexe û aloziya şewbê nîvê xwendekaran dixwazin dev ji perwerdehiyê berdin. -
Li Evryê Kurdistaniyan name ji NY re şandin
Li bajarê Evry ê Fransayê Kurdistaniyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin. -
Li Brukselê li dijî tevbîrên şewbê protesto: 300 kes hatin destgîrkirin
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê, di dema xwepêşandana protestoyî ya li dijî tevbîrên vîrûsa koronayê de 300 kes hatin destgîrkirin. -
Penaberê Kurd Jenekanlo ji nû ve anîn Elmanyayê
Penaberê Kurd Ebrahîm Abdî Jenekanlo, ku li gel banga raya giştî û saziyên civakî yên sivîl ji bo Îranê hate dersînorkirin, di kêliya dawî de li Stenbolê li balafira Tehranê nehate siwarkirin û ji nû ve ew anîn Elmanyayê. -
Polîtîkaya koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Krefeldê hate şermezarkirin
Li bajarê Krefeldê yê Elmanyayê, polîtîkaya koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Li Romayê li dijî tecrîdê belavok hatin belavkirin
Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meha Sibatê gelek çalakî bên lidarxistin. -
Li Bordeaûxê bîranîna şehîdan
4 gerîlayên HPG'ê ku 30'ê Kanûnê şehîd bûn, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bîranîn. -
Tecrîd li Elmanya û Fransayê hate şermezarkirin
Li bajarên Stûttgart, Mannheîm û Dortmûndê yên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Bi sedan kes li Berlînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Li Berlînê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Parêzvanên mafên mirovan ên Ewropî ji bo Dag û Er name şandin
Parêzvanên mafên mirovan û zanyarên Ewropî, ji bo betalkirina biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, nameyek ji Nêçirvan Barzanî re şandin. -
Li Fransayê bi çalakiyan xwedî li grevên birçîbûnê derketin
Li Marsîlya û bajarên Mantes la Jolîe û banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya Parîsa paytexa Fransayê bi çalakiyan xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin. -
Li Saarbruckenê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin. -
Li sê bajarên Elmanyayê tecrîd hate protestokirin
Kurdistanî li sê bajarên Elmanyayê daketin qadan, xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatibû destpêkirin jî silav kirin. -
Li Parîsê ji bo Rêberê Gelê Kurd name şandin ji NY’ê re
Li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re. -
Akar ji bo piştgiriya êrîşên dagirkeriyê tê Elmanyayê
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar derbarê planên dagirkeriyê piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê wê hefteya pêş were Berlînê. -
'Em ê bi rengekî çalak tevlî kampanya Ji Ocalan re Azadî bibin'
KON-MED'ê diyar kir ew ê bi rengekî çalak tevlî kampanyaya Insiyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî bibin.