Li Fransayê bi çalakiyan xwedî li grevên birçîbûnê derketin

Li Marsîlya û bajarên Mantes la Jolîe û banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya Parîsa paytexa Fransayê bi çalakiyan xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin.

Li Vîlleneûve Saînt George ya paytext Parîsê, Marsîlya û Mantes la Jolîe yê bi çalakiyên hatîn lidarxistin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derketin.

MARSÎLYA

Îro li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin û xwedî li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî û ji bo protestokirina binpêkirinên mafan hatî destpêkirin, derketin.

Çalakiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) organîze kirî gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bû.

Di çalakiyên de pankartên bi nivîsên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Tirkiye Kurdan qetil dike”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, TCŞ, YPG û YPJ hilgirtîn de, belavok hatin xwendin û li ser navê TCŞ’ê axaftin hatin kirin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

VILLENEUVE SAINT GEORGE

Li banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya Parîsa paytexta Fransayê, bi dirûşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” meşek hate lidarxistin û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan weke Meclîsa Gel a Vîlleneûveyê hate lidarxistin.

MANTES LA JOLIE

Li bajarê Mantes la Jolîe ya Fransayê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hetanî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakiyên wan dom bike.