EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê têkildarî tecrîdê kart danîn di qûtiyên postayan de
Ciwanên Kurd li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran kartên ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene, danîn di qûtiyên postayan de. Li bajarê Bordeaûxê jî li Sefaretxaneya Tirk ala PKK’ê hate daliqandin. -
Xirvatistanê dixwaze 17 penaberên Kurd dersînor bike
Xirvatîstan yasayên Yekîtiya Ewropayê binpê dike û dixwaze 17 penaberên Kurd dersînor bike. -
Tevî pandemiyê jî darezîna Kurdan a li Elmanya dom dike
Li Elmanya ya ku ji ber şewba vîrûsê gelek danişîn hatiye betalkirin, wê rûniştinên dozên siyasetmedar û aktivîstên Kurd tevahî meha Sibatê jî dom bikin. -
'Bila Ewropa xwedî li biryarên xwe derkeve'
Parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy û Feleknas ûca, têkildarî tecrîdê, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş, bi nûnerên saziyên Ewropayê re hevdîtin kirin. -
Li ser sînorê Spanyayê wê li dijî nîjatperestiyê 'No pasaran' were gotin
Çalakgerên çepgir ku li dijî komeke nîjatperest a bi navê ''Generatîon Identîtare'' rabûn, li ser sînorê Spanyayê li cihekî girîng wê bibêjin, ''No pasaran'', ku li Fransayê di rojevê de ye ev kom were girtin. -
Li Stûttgartê çalakiya bêîteatiya sivîl a li dijî tecrîdê
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN'ê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Kurdistaniyên Rûsya tecrîd şermezar kirin
Kurdistaniyên li gundê Raslayaveka ya navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Ciwanên Kurd li Parîsê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek li dar xistin. -
Tecrîd li Marsîlya û Stûttgartê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Stûttgartê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. -
Heyeta CPT serdana Tirkiye kiriye, lê neçûye Îmralî
CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiye kiriye, li girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye. Têkildarî pêşniyarên têkildarî Îmarlî bê ka hatine pêkanîn an ne, bi rayedaran re civiyane. -
Ji ciwanên Berlînê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’
Li paytexta Elmanya Berlînê, aktîvîstên TCŞ û TEKO-JIN’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek lidar xistin. -
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY di roja 3’an de domiya
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja 3’emîn de domiya. -
Hikumeta Fransayê feshkirina koma rastgirên tund xist rojeva xwe
Li herêma Pîrene ya Fransayê piştî ku komeke rastgirên tund êrîşî koçberan kiribû, hikumetê feshkirina koma bi navê Generatîon Îdentîtaîre xist rojeva xwe. -
Li Hollandayê çalakiyên protestoyî: 320 kes hatin destgîrkirin
Li Hollandayê di çalakiyên protestoyî yên dijî qedexeya derketina derve de herî kêm 320 kes hatin destgîrkirin. -
Krîza li Îtalyayê mezin dibe: Serokwezîr îro îstifa dike
Li Îtalyayê ku du hefte ne çareserî ji krîza koalîsyonê re nehatiye dîtin, Serokwezîr Gîûseppe Conte wê îro îstifa bike. -
'Nobeda Azadiyê' bi ciwanan dewam dike
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanan dewam dike. -
Îtifaqa Hur a Ewropa: Divê tecrîd rabe û girtiyên siyasî bên berdan
Îtîfaqa Hur a Ewropayê (EFA): Em bang dikin ku divê rejîma tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê serbest bên berdan. -
Kurdan ji bo NY’yê got: Muxatabê we gelên Sûriyeyê ne
Bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye ku 27’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, li bajarê Cenevre li pêşiya ofîsa NY’yê çalakiya rûniştinê destpê kir. -
Hilbijartinên li Portekîzê: Serokkomar di tûra destpêkê de hate hilbijartin
Li Portekîzê di hilbijartinê de Serokkomarê heyî Marcelo Rebelo de Soûsa di tûra destpêkê de hate hilbijartin. -
Li Lîegeyê çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’
Li bajarê Lîegeyê yê Belçîkayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dem azadiyê ye’ çalakiyek hate lidarxistin. -
Partiya Çepgir wê kongreya xwe onlîne bike
Partiya Çepgir Elman wê kongreya xwe ku ji bo hêla kovîdê taloq kiribû, onlîne bike. Li kongreyê, piştî 8 slan wê hevserok biguherin. -
Ciwan li Drancy û Vîllîer le Belê daketin qadan
Li banliyoyên Drancy û Vîllîer le Belê yên paytexta Fransa Parîsê çalakiyên şermezarkirinê li dijî tecrîdê hatin lidarxistin. -
Li Viyana û Kîelê çalakiyên ‘Azadî ji Ocalan re’
Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye û li bajarê Kîelê yê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Kopenhagê dengê ‘Ji Rêber Apo re azadî’ bilind bû
Di çalakiya li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatî lidarixstin de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Li Baselê ji bo Albayrak,Şahîn û Guneş çalakî hate lidarxistin
Çalakî li bajarê Baselê ya Swîsreyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin parêzer Alîcan Albayrak û Huseyîn Şahîn berdan ên ku di 7’ê Mijdara 2020’an li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê ji ber ku alîkarî dabûn 2 penaberan hatibûn girtin.