Li Saarbruckenê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin.
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî hate lidarxistin û êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin.
Çalakî li pêşiya Eûropagaleriyê hate lidarxistin û hate diyarkiri ku êrîşên li ser Şengalê yên dewleta Tirk ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd tê kirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî du meh in greva birçîbûnê hene û bal hate kişandin ser vî tiştî ku xwedîlêderketina berxwedêrên greva birçîbûnê peywireke sereke ye.