Li sê bajarên Elmanyayê tecrîd hate protestokirin

Kurdistanî li sê bajarên Elmanyayê daketin qadan, xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatibû destpêkirin jî silav kirin.

Kurdistanî li bajarê Munster ê Elmanyayê daketin qadan û xwedî li greva birçîbûnê derketin.

Li ser navê NCDK a Munsterê Siyabend Şengal axivî û got, “Li ser gelê Kurd şerekî kûr heye. Hêzên komploger li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê konsepteke êrîşê dane destpêkirin. Ev konsept li ser Rêber Apo hatiye çêkirin. Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de tecrîda li ser hemû Kurdistanê ye.”

Şengal diyar kir ku divê gelê Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina berxwedana zindanan dakeve qadan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi çalakiyeke bêdeng bal kişandin ser tecrîdê. Ciwanan di çalakiyê de belavok jî belav kirin.

NURNBERG

Li Nurnbergê jî bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate derketin.

Mîtîng li Hallpalatzê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî, rêxistinên çepgir ên Elman û Tirk jî piştgirî dan çalakiyê.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku ew xwedî li greva birçîbûnê ya girtiyan derdikevin. Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê di nav qefesê de lîstikeke şanoyê jî hate pêşkêşkirin.