EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Frankfûrtê çalakiya nobedê didome
Li bajarê Frankfûrtê çalakiya nobedê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. -
Li Bîelê standa kampanyaya nameyan a ji bo NY’ê hate danîn
Ji bo bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, li bajarê Bîel a Swîsreyê name şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re. -
Koalîsyona çep a Îtalya: Divê hikumraniya terorê ya Erdogan bê rawestandin
Koalîsyon Potere al Popolo ku ji partiyên çep ên li Îtalyayê pêk tên, destnîşan kir ku divê hikûmraniya terorê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bê rawestandin, peyama destekê da HDP’ê. -
Partiya Lîberal nêzîkatiya hikûmeta Swêdê ya ji bo Tirkiye rexne kir
Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Lîberal Fredrîk Malm nerazîbûn nîşanî Wezîra Karê Derve Ann Lînde ku deklerasyona polîtîkayên derve ya sala 2021’ê ya hikûmeta Swêd ragihand ku têde kêm cih daye binpêkirinên mafê mirovan a li Tirkiye. -
Li Berlînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya bi ‘panzêr’ê
Li Berlînê ciwanên enternasyonalîst li dijî şîrketên ku çekan difiroşin dewleta Tirk û SPD’ê çalakiyeke bi ‘panzêr’ê kir. -
Polîsên Elman ala neteweyî ya Asûriyan bi kêfî qedexe kir
Di dema çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku ala neteweyî ya Asûriyan bê vekirin. -
Li Elmanyayê yekemcar endamekî rejîma Sûriyeyê hate cezakirin
Sîxurekî berê yê rejîma Sûriyeyê ku li Elmanyayê dihate darizandin ji ber 'sûcê li dijî mirovahiyê' hate cezakirin. -
Hevseroka Partiya Çep Kîppîng ji bo HDP'ê bang kir
Hevseroka Partiya Çep a Elman Katja Kîppîng, zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê şermezar kir û ji bo dawî li zextan bê anîn ji Wezîrê Karên Derve Maas xwest, ku bikeve nava liv û tevgerê. -
Aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-Jin li Hambûrgê li ser tecrîdê standek danî
Aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-Jin ji bo azadî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan li bajarê Hambûrg satandek înfo danîn. -
Çalakiya rûniştinê ya li Marsîlya 3 roj li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpêkirin, roja 3’an li pey xwe hişt. -
Li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê bi kelecan didome
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatî lidarxistin didome. -
Ciwanan li Berlînê azadî ji Ocalan re xwestin
Li paytexta Elmanya Berlînê ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin. -
Li Nurnbergê çalakiya kon hate destpêkirin
Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a sê rojî hate destpêkirin. -
Kurdistaniyên li Bremenê name ji bo NY’yê şandin
Kurdistaniyên bajarê Bremen ji bo azadiya fîzîkî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şandin. -
Çalakiya nobedê ya li Stûttgartê didome
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê destpê kiribû, di roja 3’an de dom dike. -
Du jinên Kurd ji bo rêveberiya Lozanê bûne berendam
Li Kantona Vaûd a Swîsreyê wê 7’ê Adarê de hilbijartina herêmî were lidarxistin. Li bajarê Lozanê ya ku nifûsa koçberan zêde ye du jinên Kurd ên bi navê Sevgî Koyûncû û Derya Çelîk ji bo rêveberiya meclîsa şaredariyê bûne berendam. -
Şehîd Mehmet Aksoy di rojbûna xwe de hate bibîranîn
Rojnameger û derhênerê YPG’yî Mehmet Aksoy ê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatibû kuştin, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana Hîghgate ya Londrayê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hate bibîranîn. -
Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê di sporê de bi ser dikevin
Ciwanên Kurd ên herêmên cihê yên Rûsyayê di beşên cihê yên sporê de serkeftinên girîng bi dest dixin. -
Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok li Darmstadtê ye
Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok li Darmstadtê ye. Pirtûkxane wê piştre biçe Ashaffenbûrgê. -
Li Frankfûrtê çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo re' dewam dike
Li Frankfûrtê, çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 2'emîn de ye. -
NCDK bi lîderê nû yê Partiya Çepgir a Swêd re hev dît
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ridvan Altûn bi lîderê Partiya Çepgir a Swêdê Nooshî Dadgostar re civîneke onlîne kir. -
“Pirtûkxaneya Rêbertî” li Mannheîmê bû
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ya bi armanca danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulh Ocalan ya ji raya giştî ya Ewropayê re îro li bajarê Mannheîm a Elmanyayê bû. -
Çalakiya rûniştinê ya li Marsîlyayê didome
Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpêkirin di roja 2’emîn de ye. -
Li Stûttgart û Frankfûrtê çalakiya rûnistinê
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li bajarên Stûttgart û Frankfûrtê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, didome. -
Li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê di roja 2’an de ye
Çalakiya runiştinê ya 6 rojî li Dusseldorfê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 2’an de didome. Di çalakiyê de semîner di derbarê konfederalîzma demokratîk û têkoşîna