NCDK bi lîderê nû yê Partiya Çepgir a Swêd re hev dît
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ridvan Altûn bi lîderê Partiya Çepgir a Swêdê Nooshî Dadgostar re civîneke onlîne kir.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ridvan Altûn bi lîderê Partiya Çepgir a Swêdê Nooshî Dadgostar re civîneke onlîne kir.
Di hevdîtinê de parlamenter û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çepgir Haan Sennelîng û Endama Desteya Rêveber a Forûma Navneteweyî Yekbûn Alp jî hazir bûn.
Serokê nû yê Partiya Çepgir Nooshî Dadgostar piştî hatî hilbijartin ji Altûn û Alp der heqê komeleyên Kurd ku li Swêdê xebatan dikin agahî xwest.
Altûn got, rêxistinên Kurd ji 1980'yî û vir ve li Swêd çalak in û li 25 jîgehan endamên komeleya wan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hene û diyar kir li Swêdê komeleyên wan xebatên siyasî, çandî û civakî dikin. Komeleya wan wekheviya jin û mêr diparêze û pergala wan a hevseroktiyê heye.
Altûn bi dewamî diyar kir, ku bi kêmanî li 8 jîgehan bi Partiya Çepgir re têkiliyên wan hene, carinan bi hev re çalakiyan dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê bi Kurdan re piştevan in, destekê didin têkoşîna serxwebûn û demokrasiyê ya Kurdan.
Altûn her wiha got, van salên dawî zexta Polîsên Ewlehiya Swêd (Sapo) li ser komele û endamên komeleya wan zêde bûye, bi hincetên virt û vala daxwaza îltîcayê ya Kurdan tê redkirin.
Alp jî ji diyar kir, ji ber ku PKK di nav 'lîsteya terorê' de ye ev tesîreke xirab li ser Kurdistaniyên dike û dewleta Tirk ji bo ku şerê li dijî Kurdan meşrû bike vê lîsteyê bi kar tîne. Alp wiha got: ''Dewleta Tirk dibêje ew li dijî terorê şer dikin ji ber vê ew Kurdan digirin. Rêveberên HDP'ê bi derewa ku destekê didin terorê digire. Bi gotina ew li dijî terorê şer dikin êrîşê tînin ser Rojava.''
Lîderê Partiya Çepgir Nooshî Dadgostar got, beriya bi 20 salan bi Svennelîng re ji bo ku destekê bidin gelê Kurd di nav çalakî, xebat û kampanyaya de bûn û ew ê vê helwestê bidomînin. Dadgoster bi bîr xist, ku hemû Partiyên Çepgir piştevanê Kurdan in, guherîna lîderan nêzîkatiya Partiya Çepgir a li Kurdan naguherîne.
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîng bal kişande ser zexta li ser HDP'ê û got, ''Li ser girtina wekîlên HDP'ê em ê helwesteke tund nîşan bidin. Swêd û Yekîtiya Ewropayê li dijî helwdana krîmînalîzekirina wekîlên HDP'ê divê helwesteke tund diyar bike.''