EWROPA
Hemû Nûçe
-
'Em qetlîam, cinayet û revandinên li Efrînê ji bîr nakin'
Li Frankfûrtê bi çalakiyekê, qetlîam, tecawûz û revandinên jinan ê li Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên pêkanîn, hate protestokirin. -
Li Lorîentê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarê Lorîentê yê Frankfûrtê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriya li ser Efrînê daketin qadan û banga berxwedanê kirin. -
Eyaleta NRW ji bo Efrînê meşiya
Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê, bi meş û mitînga ku YJK-E NRW’ê organîze kirî, qetlîam û qirkirina jinan a li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin, tê protesto kirin. -
Kurdên li Kopengahê ji bo Efrînê daketin qadan
Li dijî qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, gelê Kurd li her derê dadikevin qadan. -
Şehîdên komploya navdewletî li Stockholmê hatin bîranîn
Li Stockholmê ji aliyê meclîsa gel ve merasîma bîranîna şehîdên komploya navdewletî hate lidarxistin. -
Li Baselê çalakiya ji bo xwedîderketina li Efrînê
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkirina Efrînê li bajarê Basel a Swîsreyê hatin gel hev û bêdengiya cîhanê protesto kirin. -
Li Evûstralyayê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarên Melboûrneyê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin. -
Li Sydneyê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan
Li Sydneyê Kurd û Evûstralyayî, li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan û banga xwedîderketina li berxwedanê kirin. -
Şaredariyên Swêd: Bila PKK ji lîsteya terorê were derxistin
Partiyên Çepgir ku li Swêdê li deverên cuda li şaredariyan peywirdar in, xwestin ku polîsên Swêd bes zextê li Kurdan bikin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin. -
Kurdên li Montpellîerê name ji NY’ye re şandin
Kurdên li Fransayê ji bo NY’yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bikeve nava liv û tevgerê name şandin ji bo NY’yê re. -
KON-MED: Dewleta Tirk plansaziya qetlîamên mîna Parîs dike
KON-MED bal kişand ser mikurhatinên îstixbaratciyê berê yê Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn, diyar kir ku divê ji nû ve doza Qetlîama Parîsê bê verkirin. KON-MED’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk plansaziya qetlîamên nû dike. -
Parlamenterên Fransî xwestin ku zaroyên çeteyan werin standin
Parlamenterên Fransî ji welatên Rojavayî xwestin ku welatiyên zarok ên li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bistînin. -
'Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike'
Yek ji pisporê îstîxbaratê yê navdar ê Elman Erîch Schmîdt-Eenboom li ser gotinên Pekîn ên derheqê komkujiya Parîsê, got, ''Piştî vê mikurhatinê heke Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike." -
Kesên ku di qetlîama Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn
Kesên ku di qetlîama 19’ê Sibata 2020’an de li bajarê Hanaû ya Elmanyayê jiyana xwe ji dest dayîn bi çalakiyên hatîn lidarxistin, bibîr anîn. -
Bi senatorê Ewûstralyayî re li ser tecrîdê hevdîtin kirin
Li Ewûstralyayê saziyên Kurd, di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya li girtîgehan bi senator Janet Rîce re civiyan û dosyayek pêşkêş kirin. -
Helwesta dijminane ya Polîsên Ewlekariya Swêdê şermezar kirin
Kurdistanî û wekîlên Swêdî ku civînek hevpar lidar xistin, hewldanên Polîsên Ewlekariya Swêdê (SAPO) ya ku koçberên Kurd weke endamên rêxistina terorê bi nav dike û dersînorkirinê, diyar kirin ku ji derveyî qanûna navneteyî ye. -
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Wûppertalê ye
Pirtûkxaneya gerok a raman û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman li bajarê Wûppertal a Elmanyayê ye. -
Jelpke: Divê qetlîama Parîsê ji nû ve bê lêpirsîn
Li ser mikurhatina Pekîn a qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve, Parlemetnera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke got: “Divê qetlîam ji nû ve bê lêpirsîn. Divê siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya bên parastin.” -
FEDA: Dem dema xwedîderketina li zimanê dayikê ye
Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) bi boneya 21’ê Adarê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Dem dema xwedîderketina li izmanê dayika xwe ne.” -
Pirtûkxaneya Ocalan a gerok li Helsînkî ye
Di çarçoveya kampanya "Êdî dem hatiye; Azadî ji bo Ocalan" pirtûkxaneya gerok a ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li Helsînkî ye. -
Li dijî Komkujiya Hanau li Elmanya meş hate kirin
Antîfaşîstên li Elmanyayê kesên ku di komkujiya Hanau de hatin kuştin bibîr anîn û polîtîkaya dewletê ku komkujiyan diparêze şermezar kirin. -
Hunko: Elmanyayê ji bo êrişa li ser Garê rê da Tirkiyeyê
Parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hunko diyar kir, êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Elmanyayê pêk hat. -
Li Le Monde Diplomatique banga 'Azadî ji Ocalan re'
Rojnameya Le Monde Diplomatique mehane bi gelek zimanan tê weşandin. Li rojnameya bi zimanê Îtalî banga 'Dema wê ye; Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re' hate weşandin. -
Komîsyona YE'yê hişyariya nîjatperestiyê li 5 welatan kir
Komîsyona YE'yê aşkere kir gelek welatên endam di têkoşîna dijî nîjatperestiyê û sûcên înkarê de kêm dimînin û xwest ku yasayen têkilî nîjatperetiyê û dijminatiya li biyaniyan bêkêmasî werin bicihanîn. -
KON-MED'ê ji bo bîranîna Hanaû banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê di salvegera 1'emîn a komkujiya Hanaû de ji bo çalakiyên bîranînê yên îro bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.