YJK-E: Divê serdana Colanî ya li Berlînê bê betalkirin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) têkildarî serdana plankirî ya Serokkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara (Colanî) ya li Berlînê daxuyaniyek da û xwest, serdan bê betalkirin.
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) têkildarî serdana plankirî ya Serokkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara (Colanî) ya li Berlînê daxuyaniyek da û xwest, serdan bê betalkirin.
YJK-E'yê bang li Serokwezîrê Elmanyayê kir ku vexwendînameya ji Şara re şandiye vekişîne û serdanê betal bike.
Di daxuyaniya YJK-E'yê de hate gotin, "Roja Sêşemê piştî nîvro hate eşkerekirin ku serokkomarê demkî yê qaşo yê Sûriyeyê el Colanî (Ahmed el Şaraa) wê Duşema bê, 19'ê Çileya 2026'an biçe Berlînê. Li wê derê wê bi Serokwezîrê Federal Merz re li ser polîtîkaya koçberan û dersînorkirina ji bo Sûriyeyê hevdîtinê bike.
Weke Tevgera Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) em bi biryardarî li ber vê serdanê radibin. Yên ku al Colanî li Berlînê dikin mêvan, divê zanibin ku vê rejîma ji şer, kuştin û sirgûnê berpirsyar e rewa dikin.
Serokwezîrê Federal Merz Mijdara 2025'an daxuyaniyek da û diyar kir ku li Sûriyeyê şerê navxweyî qediya, ji ber vê yekê jî li ser mijara vegera penaberan girîng e ew danûstandinan bike. Bi vî rengî vexwendînameya xwe mafdar nîşan da.
Lê belê dîmenên ku rojên derbasbûyî ji Helebê belavî cîhanê bû berevajî vê yekê nîşan dide. Ji ber êrişên milîsên Îslamî yên bi lîderiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li taxên Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn, gelek mirov hatin kuştin, bi sedan kes hatin revandin, bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn. Êrişên bi heman rengî Tîrmeha 2025'an li herêma as Suweida ya li rojavayê Sûriyeyê qewimî bû. Li wir jî milîsên cuda bi çeteyan re Durzî qetil kirin, revandin û ji warê wan kirin. Çi li Helebê çi li Siwêdayê, dîmenên ku sûcê şer radixe pêş çavan bi şênberî nîşan dide ku El Colanî yê sala 2003'an tevlî El Qaîdeyê bû welêt çawa bi rê ve dibe.
Ji bo pêşîgirtina li şer, sirgûn û revê el Colanî nikare bibe hevalbend. Berevajî, polîtîkaya wî dibe sedem ku mirovên li Sûriyeyê ji êrişan birevin û welêt biterikînin. 'Hikumeta veguhêz' a Îslamî li ser hemû hindikahiyên li Sûriyeyê gefeke.
Vexwendînameya dewletê ya fermî ya Serokwezîrê Federal Merz vê polîtîkayê rewa dike. Ev yek li hemberî Kurdan, Druziyan, Elewiyan û hindikahiyên din û muxalîfên Sûriyeyê bêhurmetî ye.
Hikumeta Federal a Elman li şûna ku li ber polîtîkaya li dijî hiqûqa navneteweyî ya hikumeta veguhêz a qaşo ya Sûriyeyê rabe, wê rewa dike.
Ji ber vê yekê jî em bang li Serokwezîrê Federal Merz dikin ku vexwendînameya xwe vekişîne û serdanê betal bike.
Her wiha em bang li raya giştî ya demokratîk û civaka sivîl a li Elmayayê dikin ku nerazîbûna xwe ji ber vê serdanê bînin ziman û li gel wan mirovên li Sûriyeyê bisekinin ku ji bo edalet û aştiyê têdikoşin."