"Yekîtiya neteweyî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye”

Endam û xebatkarên Ragihandina Azad û Demokratîk û gelek kesayetiyên Kurdistanî yên li Ewropa dijîn, bi armanca pêşîgirtina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê îro li Stockholmê civiyan.

 Îro li bajarê Stockholm a Swêdê li avahiya Aryen Tv bi pêşengtiya endamên Ragihandina Azad û Demokratîk û tevlîbûna gelek hunermend, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas û kesayetiyên Kurd ên li Ewropa dijîn, li dijî şerê navxweyî yê Kurdan, bi armanca pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk û balkişandina li ser girîngiya Yekîtiya Netewî civiyan.

Civîn saet 11:00’an bi dirûşmeya "Yekîtiya neteweyî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye” hat destpêkirin. Encamnameya civîna hatî lidarxistin bi rengê nivîskî hate dayîn ku wiha ye:

“Her wekî tê zanîn ev demeke sazî û rêxistinên Kurd, di pêşengtiya gelê Kurd de pêngavek a li dijî dagirkerî û çalakiyên di vê çarçoveyê de dane destpêkirin. Ragihandina Azad û Demokratîk jî hin rêza çalakî li Kurdistan û  Ewropayê dane destpêkirin.

Em jî wek beşek ji vê ragihandina azad û demokratîk îro bi civînek a li dijî şerê Kurdan a navxweyî, ji bo pêşîgirtina dagirkeriyê û girîngiya yekîtiya netewî beşdarî vê gava girîng û dîrokî dibin.

Civîna me di 10’ê Tîrmeha 2021’an saet 11’an bi dema  Ewropayê û bi dirûşma "Yekîtiya neteweyî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye" li navenda Aryen tv, li paytexta Swêd Stockholmê hate lidarxistin.

Civîn bi beşdariya siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hiqûqnas û hunermendên Kurd dest pê kir. Beşdarên civînê piştî deqîqeyek rêz girtin ji bo giyana şehîdên azadiyê, dest bi axaftinê kirin û balkêşandin ser girîngiya Yekîtiya Netewî û hat diyakirin ku Yekîtiya Kurd misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye.

Her wiha di civînê de îşaret bi polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk hatin kirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên dagirkerî, şerê qirkirin û tinekirinê li ser gelê Kurd dide meşandin. Helbet armanca vê yekê di destpêkê de tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Di şexsê Tevgera Azadiyê de jî, qirkirina gelê Kurd û hemû destkeftiyên her çar beşên Kurdistanê ye. Ji ber baş dibînin ku hêza herî bi bibandor a planên wan asteng dike, hêza parastina nirx û hebûna gelê Kurd gerîla ne.

Ji ber vê çendê em dikarin bi eşkereyî rabigihînin ku hêzên gerîla misogeriya parastina destkeftiyên gelê me yê li Kurdistanê ye. Ger hêzên gerîla têk biçe, hêzên dagirker wê Kurdan qir bikin.

Artêşa dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li başûrê Kurdistanê têk çûye. Lewma serî li her cûre rêbazên dijmirovahiyê dide, çekên qedexekirî bi kar tînê, sivîlan dike hedef, daran dibirin, gundan dişewitînin, avê bi ser gel de dibirin. Ev jî di encama şerê taybet ê topyekûn de daye destpêkirin.

Dewleta dagirker a Tirk çi bi serê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî anî, dixwaze heman tiştî li Başûrê Kurdistanê bike. Siyaseta dagirker li ku dibe bila bibe, heman siyaset e. Siyaseta êrîşa têkbirinê ye, helbet ev êrîş ne tenê li dijî gerîla ye, li ser hemû destkeftiyên çar beşên Kurdistanê ye.

Beşdarên civînê rexne li helwesta PDK’ê girtin û dan zanîn ku gel wê ti caran alîkarî û hevkariya bi dagirkeran re efû neke. Pêwîst e vîna gel bê parastin û bi ti awayî rê nedin dagirkeriyê. Lazim e rê li daxwaza dagirkeran a pêxistina şerê di navbera Kurdan de neyê dayîn, ji ber ku şerek di nav Kurdan de tenê dikare bi kêrî dagirkeran bê. Her wiha wê bi Kurdan bide windakirin; Kurdan sedsal paş de bibe.

Dîroka gelê me bi van tiştan dagirtiye. Ji ber vê jî em baş dizanin ku şerê Kurd bi Kurd re di tevahiya dîrokê de zirar daye û bi gelê Kurd daye windakirin. Ji bo wê, ev dîrok bûye xelekek reş di dîroka gelê Kurd de.

Beşdarên civînê ev şer wek berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd pênase kirin û dan diyarkirin ku ev komplo di şexsê Rêber Ocalan de, li ser gelê Kurd hat meşandin.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû:

- Hemû pirsgirêkên di navbera hêzên Kurd de pêwîst e bi diyalogê werin çareserkirin.

- Şerê Kurd bi Kurd re tu carî nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurd, ji bo wê jî divê li dijî şereke wiha têkoşînek bi hêz bê dayîn, şerê di navbera Kurdan de divê were qedexekirin.

- Dive gelê Kurd û hemû hêzên siyasî yên Kurd bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rawestin.

- Pêwîst e li dijî hêzên Kurd ên bi israr piştevaniyê didin dagirkeriyê, helwestek tund were raberkirin.

- Pêwîst e ragihandina PDK’ê û yên nêzê wê dest ji reşkirina nirxên Kurd û Tevgera Azadiyê berde.

- Pêwîst e Kurdên li  Ewropayê dijîn çalakiyên xwe ji bo Yekîtiya Netewî bênavber bidomînin.

 - Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e, ji bo wê jî pêwîst e pêngava ‘Dem dema  azadiyê ye’ were xurtkirin.

- Divê jin û ciwan ji bo Yekîtiya Netewî bi rola xwe rabin û pêşengtiyê bikin.

- Lazim e xebatên dîplomasiyê di çarçoveya Yekîtiya Netewî de bên xurtkirin û bibe yek ji mijara sereke ya vî karî.

- Lidarxistina Kongreya Netewî ji her demê zêdetir pêdiviyeke ku nabe dest jê bê berdan; ji ber wê jî, hewce ye xebatên ji bo Yekîtiya Netewî bên bihêz kirin û kongre di zûtirîn demê de bê lidarxistin.”