Yekîtiya Ewropa etîketa neçarî li naverokên Hişê Çêkirî ferz dike

Yekîtiya Ewropa ji bo naverokên ku bi hişê çêkirî tên amadekirin yan jî yên têne guhertin bi hêsanî bêne fêhmkirin pîvanên nû dixe meriyetê.

Ji 2’yê Tebaxê û şûn de li seranserî Yekîtiya Ewropayê wê di gelek naverokên bi hişê çêkirî hatine çêkirin de bikaranîna etîket yan jî sembol mecbûrî be.

Ev sererastkirina nû wê di çarçoveya Al Act (Qanûna Hişê Çêkirî) a ku beriya du salan hatî qebûlkirin de, pêk were.

Komîsyona Ewropayê diyar dike ku armanca destûran ew e ku baweriya mirovan a li hemberî naverokên li ser înternetê dibînin, biparêze.

Di çarçoveya sererastkirinê de botên sohbetan, asîstanên sanal û avatarên hişê çêkirî wê bi eşkere bi vî rengî bên nasandin.

Şîrketên ku sîstemên hişê çêkirî pêş dixin jî, ji bo tespîtkirina naverokên ku çêkirine, wê neçar bin ku fîlîgrana dîjîtal û rêbazên îşaretkirinê yên mîna wê bi kar bînin.

Nûkirina herî balkêş jî, wê li dijî naverokên “deepfake” yên ku bi hişê çêkirî tên çêkirin yan jî manîpulekirin be. Metîn, wêne, dîmen û qeydên deng ên ku bi armanca profesyoneltiyê hatine weşandin û bi hişê çêkirî hatine amadekirin, divê bi eşkere bên etîketkirin.

Hat ragihandin ku kesên li gorî destûran tevnegerin, wê rû bi rûyê cezayên pereyan bimînin.

Lê ji bo fêrî sîstemên hişê çêkirî ya heyî bibin, wê heya 2’yê Kanûnê wext were dayîn.