Dewrêş: Êrîşên li ser Helebê armanc dikin ku pêvajoya muzakereyê sabote bikin

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Elmanyayê Xalid Dewrêş diyar kir ku êrîşên li ser taxên Helebê sûcên şer in û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya mirovî ya lezgîn û lêpirsînek serbixwe bidin destpêkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Elmanyayê Xalid Dewrêş derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Ben Zêd ên Helebê daxuyanî da. Dewrêş diyar kir ku ev êrîşên ku di destpêka salê de pêk hatin, hêviyên gelê Sûriyeyê yên ji bo aştî û aramiyê bi kûrahî hejandin.

Dewrêş destnîşan kir ku taxên ku behsa wan tê kirin 6’ê Çileyê roja Sêşemê ji aliyê milîsên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ve bi çekên giran hatine hedefgirtin ûbi bîr xist ku tenê Kurdan, di heman demê de civakên Xiristiyan û Êzîdî jî li van herêman dijîn.

‘HERÎ KÊM 45 SIVÎL Û 60 ŞERVAN HATIN QETILKIRIN’

Dewrêş bal kişand ser bîlançoya giran a êrîşan û got, "Heta agirbesta ku roja Yekşemê sibehê hat ragihandin, herî kêm 45 sivîl û 60 şervan jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkî 155,000 kes ji cih û warên xwe bûn. Hat ragihandin ku 300 sivîl ji aliyê milîsên Îslamî ve hatine revandin."

Dewrêş anî ziman ku raporên pêbawer ên sûcên şer ên cidî û binpêkirinên mafên mirovan ên qetilkirin, talankirin û parçekirina cenazeyan hene û bal kişand ser vê rastiyê ku ev binpêkirin li ber çavên civaka navneteweyî pêk hatine.

JI BO LÊKOLÎNA NAVNETEWEYÎ BANG KIR

Dewrêş bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kiriye ku li cihê bûyerê lêkolîn bikin û diyar kir ku tevî gelên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê,  zêdetirî 150,000 kes b ikaresateke mirovî re rû bi rû ne. Dewrêş diyar kir ku pêdivî bi alîkariya mirovî ya lezgîn û aktîvkirina mekanîzmayên çavdêriyê yên navneteweyî heye.

'ÊRÎŞÊN LI SER HELEBÊ NE TESADUFÎ NE’

Dewrêş got ku divê bûyerên li Helebê di çarçoveyek berfirehtir de werin nirxandin û bi bîr xist ku du roj beriya êrîşan di 4’ê Çileyê de di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tûra muzekereyan pêk hat. Dewrêş diyar kir ku nûnerên DYE’yê jî beşdarî van civînan bûne û li gorî peymana 10’ê Adarê ya entegrekirina QSD’ê li nav artêşa Sûriyeyê û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser tevlî nav avahiya dewletê bên kirin nîqaş hatin kirin.

Dewrêş destnîşan kir ku li ser nenavendîkirina Sûriyeyê û parastina rêveberiyên herêmî nîqaş hatin kirin û got, "Di navbera aliyan de lihevkirinek devkî hebû ku QSD bi sê tumenan entegreyî artêşê bibe.”

'ARMANC DI NAVBERA EREB-KURDAN DE PEVÇÛNÊ DERXIN’

Dewrêş anî ziman ku muzakere ji hêla hikûmeta demkî ve ji nişka ve hatine rawestandin û got ku êrîşên paşê yên li ser Helebê armanc dikin ku vê pêvajoyê sabote bikin û wiha domand: "Armanca van êrîşan ew e ku di navbera Ereb û Kurdan de zemîneke pevçûnan biafirînin.”

Dewrêş diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bersiva van hewldanên sabotekirinê nede û anî ziman ku ew tevî hemû binpêkirinan jî ew li aliyê diyalogê ne.

'RÊYA TEKANE YA ARAMIYÊ DIYALOG E'

Dewrêş bi bîr xist ku agirbesta giştî ya ku parçeyek ji peymana 10’ê Adarê ye gelek carab hatiye binpêkirin, êrîşên li ser sivîlan berdewam dikin. Derwêş diyar kir ku tevî vê yekê jî ew ê ji diyalogê re vekirî bimînin û got, “Rêya tekane ya aramiyê diyalog û hevkarî ye. Ji bo ku ev diyalog bi ser bikeve û ji bo hêviyên aştiyê yên gelên Sûriyeyê vala dernekevin, pêwîstî bêhtir bi alîkariya navneteweyî heye."

BANGA JI BO ELMANYAYÊ

Dewrêş bang li Hikûmeta Federal a Elmanya kir û got ku divê Berlîn dev ji helwesta xwe ya dudilî ya heta niha berde û wiha pê de çû: “Divê Elmanya, ligel hevkarên xwe yên Ewropayê yên wekî Îngiltere û Fransayê rolek çalaktir bigire ser xwe.”

Dewrêş diyar kir ku êrîşên li ser Helebê careke nîşan dan ku rewşa Sûriyeyê çiqas li ber şikandinê ye û bi taybetî jî birîna kevn a gelên ne Ereb in û ne Sunnî ne ji nê ve vekir.

Dewrêş got, "Lê aştî û aramî hîn jî pêkan e." Derwêş bang li hemû aliyan kir ku piştgiriyê bidin hewldanên diyalog û lihevhatinê û tekez kir ku divê her kes ji bo lihevkirina adilane ya navbera Şam û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariyê bigire ser xwe.