Wezareta Karên Derve ya Norwêcê: Em ji hebûna leşkerî ya Tirk bifikar in

Wezarata Karên Derve ya Norwêcê got, "Em ji zêdekirina leşkerî ya Tirk a li başûrê Kurdistanê bifikar in."

Wezîra Karê Derve ya Norwêcê Îne Marîe Erîksen bersiv da pirsa wekîlê Partiya Sosyalîst Freddy Andre Ovstegard ya têkilî êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ku hatibû pirskirin, ''Wezareta Karên Derve wê operasyonên leşkerî yên Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar bike yan na?''    

Wezîr di bersivê de got, ''Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Kurdistanê zêde dike em bifikar in. Tirkiye jiyana sivîlan, malên sivîlan û qadên jiyanê yên sivîlan dike talokeyê. Çawa ku li ser kirinên wê yên li herêmên Kurd ên li bakurê Sûriyê bi zelalî me diyar kiriye, em dixwazin gavên wê yên leşkerî yên li Iraqê jî bi çarçoweya hiqûqa navnetewî be.''

Rayedarên Iraqî li dijî êrîşên ku bûne sedema mirina sivîlan û ji bo ku Tirkiye serweriya Iraqê û qada wê ya hewayî binpê kiriye helwest nîşan da. Ev helwest piştî êrîşa ser kampa Mexmûrê ya 6'ê Hezîranê ya êrîşa hewayî ya Tirk ji hêla meqamên Iraqî ve hate dubarekirin.''