WerteInitiative: Êrişên li dijî sivîlên Kurd ên li Sûriyeyê sûcên şer in
Komeleya Cihû-Alman WerteInitiative eV, êrişên li dijî sivîlên Kurd û kêmneteweyên li Sûriyeyê şermezar kir û bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku hemû piştgiriyên ji bo rêveberiya Şamê qut bike û xweseriya demokratîk bi fermî nas bike.
Komeleya Cihû-Alman WerteInitiative eV, êriş û komkujiyên berdewam ên li dijî nifûsa sivîl a Kurd li Sûriyeyê bi zimanekî tund şermezar kir. Di daxuyaniya ku ji hêla komeleyê ve hate dayîn de hate destnîşankirin ku êrişên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên din ên cîhadî yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên cuda, sûcên şer ên bi zanebûn in.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên ku sivîlan dikin armanc, beriya her tiştî Kurdan û piştre jî Êzidî, Mesîhî, Elewî û Durziyan hedef digirin. Hate diyarkirin ku bi rojan e raporên pêbawer derbarê bombebaran, komkujî, revandin û koçberkirina bi darê zorê de tên girtin; hate bîrxistin ku tenê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzî 500 hezar kes dijîn ku piranî ji malbatên sala 2018’an ji Efrînê hatine koçberkirin pêk tên.
Komeleyê diyar kir ku artêşa Sûriyeyê tevî ku ev tax bi tevahî cihên niştecihbûna sivîlan in jî, ew wekî armancên leşkerî destnîşan kirine û agahî hene ku koordînatên saziyên sivîl, di nav de dêr jî hene, ji balafirên şer ên Tirk re hatine şandin.
WerteInitiative bang li Hikûmeta Federal a Elmanyayê kir ku:
Hemû piştgiriyên siyasî, dîplomatîk û aborî yên ji bo hikûmeta Colanî ya li Şamê derhal werin qutkirin.
Parastina sivîlan bibe mercê sereke yê her cure alîkariya darayî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê siyasî û aborî de bi fermî bibe muxateb û bê naskirin.
Her wiha di çarçoveya NATO’yê de zext li Tirkiyeyê bê kirin ku êrişên xwe yên leşkerî bide sekinandin û ji Sûriyeyê vekişe.
Serokê Komeleyê Elio Adler got: “Divê Elmanya bêdeng nemîne. Çavgirtin û hesabên siyasî dibin sedema êşa mirovî û dibe sedem ku tundiya Îslamî bê ceza bimîne. Hikûmeta Elman divê li cem kêmneteweyên ku li Sûriyeyê careke din bûne hedefa tundiya Îslamî bisekine.”
Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser piştevaniya bi gelê Kurd û hemû kêmneteweyên ku li Sûriyeyê rastî zilmê tên re û hate xwestin ku Elmanya û civaka navneteweyî ya demokratîk berpirsyariyên xwe bînin cih û bikevin tevgerê.