Welatparêzê Kurd Sari rehmet kir
Welatparêzê Kurd Zulfîkar Sari (Cûma Sari) ê ku bi kesayetiya xwe ya şoreşger û kedkariya xwe dihat naskirin li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê rehmet kir.
Welatparêzê Kurd Zulfîkar Sari (Cûma Sari) ê ku bi kesayetiya xwe ya şoreşger û kedkariya xwe dihat naskirin li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê rehmet kir.
Hate diyarkirin Zulfîkar Sari di 12’ê Gulanê de ji ber koronavîrusê rehmet kiriye. Cenazeyê Sari li Sêwregê hate veşartin.
Zulfikar Sari di demên pêşîn ên geşbûna tevgera gelê Kurd de, kedeke mezin da tevgera azadiyê. Di sala 1985’an de hate destgîrkirin, sê mehan êşkenceyeke giran lê hate kirin û di heman salê de çû Ewropayê.
Sari ji roja ku gihişt Ewropayê ji bo civaka Kurd xebitî û sal û nîvekê di girtîgeha Elmanyayê de ma.