Tifaqa Navneteweyî: Girtina çalakgerên me nayê qebûlkirin
Tifaqa Navneteweyî ji ber ku du çalakgerên wan ji aliyê PDK’ê hatine girtin nerazîbûn nîşan da. Tifaqa Navneteweyî bang li NY û YE kir ku bila li ser vê meseleyê lêpirsînê bidin destpêkirin.
Tifaqa Navneteweyî ji ber ku du çalakgerên wan ji aliyê PDK’ê hatine girtin nerazîbûn nîşan da. Tifaqa Navneteweyî bang li NY û YE kir ku bila li ser vê meseleyê lêpirsînê bidin destpêkirin.
Ji bo ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibin ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser gel lêbikolin, du çalakgerên Tifaqa Navneteweyî (AIDL) duh hatibûn girtin. AIDL nerazîbûn nîşanî rewşê da û bang li NY û YE kir ku bila li ser vê meseleyê lêpirsînê bidin destpêkirin.
AIDL’ê li ser girtina çalakgerên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 12’ê Hezîranê de heyeta me ya ji bo lêkolîna mafên mirovan a li Başûrê Kurdistanê li balefirxaneyê ji aliyên hêzên ewlekariyê hatin girtin.Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin.
Em vê rewşa şerm wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibînin û ji hikumeta herêma Kurdistanê dixwazin ku bila vê rewşê zelal bikin.
Ji ber vê rewşê em ê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî agahdar bikin û ji wan bixwazin ku bila vê rewşa şerm lêkolîn bikin.
Tifaqa Navneteweyî – AIDL ji bo lêkolîna mafên mirovan diçe gelek qadên dinyayê yên şer lê hene.”
Tifaqa Navneteweyî – AIDL di statuya şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî de ye û li Parîs, Cenevre, Bruksel û New Yorkê buroyên wan hene. Vê saziya navneteweyî ji bo lêkolîna mafên mirovan, binpêkirina azadiyê û parastina azadiya mirovan dixebite.