Tecrîd li Cenevre hate protestokirin
Li Cenevreyê tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hate protestokirin.
Li Cenevreyê tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hate protestokirin.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsre meşek duh şev hate lidarxistin.
Çalakvanên li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN li Qada Bel-Aîr hatin ba hev li vir xwedî li pêngava ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Metîna û Zap e; Dem dema azadî ye’ derketin. Li vir ber bi navenda bajar ve meşiyan.
Çalakî li stasyona trenê ya navenda bajar, bi xwendina belavoka bi Fransî û şûnde bi dawî bû.