Siyasetmedarê Kurd Ahmet Yaman li Swîsreyê wefat kir
Berdevkê têkiliyên derve yê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ahmet Yaman li nexweşxaneyek li Winterthurê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê têkiliyên derve yê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ahmet Yaman li nexweşxaneyek li Winterthurê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Wefata Ahmet Yaman ê ku bi salan li Swîsre û li seranserê Ewropayê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xebata dîplomatîk meşand, di nav derdorên siyasî yên Kurd de bi xemgîniyek mezin hat pêşwazîkirin.
Ahmet Yaman ji ciwaniya xwe ve ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya, bû yek ji wan kesayetên ku di qada dîplomasî û têkiliyên derve de daxwazên gelê Kurd gihand raya giştî ya navneteweyî. Yaman di dema komploya navneteweyî ya sala 1998’an li dijî Rêber Apo pêk hat de li bajarê Roma yê Îtalyayê xebatên nûnertiya têkiliyên derve dimeşand û di nav aktorên dîrokî yên vê pêvajoyê de cih girt.
Ji bo Yaman ê ku yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Swîsreyê bû, dê îro li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthurê sersaxî bên qebûlkirin.
Ji bo Ahmet Yaman wê roja Pêncşemê li goristana Rosenberg a li Winterthurê merasîma cenaze bê lidarxistin. Sersaxî wê heta Pêncşemê li Navenda Civaka Kurd berdewam bike.
KNK, CDK-S Û YJK-S’Ê PEYAMÊN SERSAXIYÊ WEŞANDIN
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ji bo Yaman peyamên sersaxiyê weşandin. Di peyaman de hat diyarkirin ku Yaman jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd terxan kiriye.
KNK’ê got, "Xebera xembar û dilsoj a wefata xebatkarê Komîsyona Karên Derve ya KNK’ê Birêz Ahmed Yaman, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin."
Komîsyona Têkiliyên Derve ya CDK-SWê wiha got, "Me wefata hevrêyê me yê hêja Ahmet Yaman bi xengîniyeke mezin bîhîst. Ahmet Yaman şoreşgerekî ku ji ciwaniya xwe ve di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê cih girt û jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd terxan kir."