Name ji aliyê Seroka Koma Çepgir a Demokratîk û Komarparêz M. Stephane Peu, Seroka Koma Ekolojîst û civakî Cyrielle Chatelain, Seroka Koma Serî Natewînin a Fransayê Mathilde Panot û Serokê Koma Xebata Kurd Thomas Portes ve hatiye îmzekirin.
Di nameyê de ev yek hate gotin: ‘’Welatê me, di peymanên aşitiyê yên li herêmê de tim û tim xwedan roleke çalak bûye; bi taybetî jî di mijara parastina mafên gelê Kurd de ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevalbendê me yên neguhêrbar e. Muzakereyên têkildarî başûrrojavayê xakên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin yên berdewam dikin, nabin hincet ku komkujiyên li ser gelê Kurd neyên dîtin.’’
Di dewama nameyê de ev yek hate gotin:
"Birêz Serokkomar, ji bo parastina gelê Kurd ê li Sûriyeyê divê pêngavên lezgîn werin avêtin û têkildarî vê mijarê em bi israr we hişyar dikin.
Zêdebûna dijminahiyê ya li gel hewla Serokkomarê serema derbasbûnê Ahmed el-Şara dest pê kiriye û bi destwerdanên Tirkan ên biyanî piştriya wê hatiye kirin, ewlehiya herêmê û aramiya Rojhilata Nêzîk dixe xetereyê. Divê civaka navneteweyî ji bo aşitiyê tev bigere.
Em bang dikin ku divê Fransa li ser navê xwe û saziyên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hemû giraniya xwe nîşan bide û demildest agirbesteke mayînde were dabînkirin, dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê werin rakirin û destûr were dayîn ku çapemeniya navneteweyî û çavdêr derbasî herêmê bibin.
Li gel vê nameyê em piştgiriyê didin daxwazên lezgîn (AANES) ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em dixwazin ku welatê me di jinûvedestpêkirina diyalogên li Sûriyeyê de roleke çalak bilîze û ji bo aşitiyê bibe garantorê çareseriyeke siyasî.
Li Rojava, modela pêkvejiyana Kurd, Ereb û Suryaniyan ji aramî û pêvajoya jinûveavakirinê re derfetek e û divê ev bêhempabûna peymana civakî were parastin."