Komîteya Jineolojî ya Ewropayê ji bo salvegera Şoreşa Rojava ya 9’emîn çalakî û xebatên cuda yên weke meş, semîner, sînevîzyon, danasîna pirtûkan û pîrozbahiyê dimeşîne. Çalakî ji aliyê Komîteya Jineolojî , Yekîtiya Jinên Sosyalîst û saziya Classe Contre Classe et le Secours Rouge ve bi awayekî hevbeş tên rêvebirin.
Xebata destpêkê duh êvarê li Brûkselê pêk hat. Komîteya Jineolojî û Kooperatîfa Vîeîlle Chechette bi hev re semînerek organîze kirin. Semîner li pirtûkxaneya Vîeîlle Chechette ya li Brûkselê pêk hat. Berî semîner dest pê bike, dokumantera bi navê Şoreşa Jinê (Women’s Revulation) ku têkoşîn û rêxistinbûna jinê ya li Rojava rave dike hate nîşandan. Paşê derbarê dîroka têkoşîna azadiyê ya jina Kurd û Şoreşa Rojava de semîner hat dayîn.
Di semînerê de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava dewama çanda berxwedêr ya jina Kurd e û jin di encama rêxistinbûn, têkoşîn û piştgiriya ku derketiye holê de ev serketin bi dest xistine û wiha hat gotin “Îro jî çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Şoreşa Rojava dewam dikin û di van êrîşan de dîsa jin dibin hedef. Êrîşên li Efrînê li dijî jinê pêk tên û êrîşên ku Li Kobanê, Şedadê, bajaran din û ya li dijî Hewrîn Xelef pêk hat mînaka vê ye. Lê jin çawa ku bi têkoşîna xwe ev şoreş afirandibin, wê bi têkoşîna xwe van êrîşan jî têk bibin.”
Semîner bi pirsên guhdaran yên derbarê Şoreşa Rojava de bi dawî bû.
PIRTÛKA ŞOREŞÊ HATE NASANDIN
Yek ji xebatan jî danasîna pirtûka Fransî ya bi navê "Em ji dema şoreşê ve ji we re dinivîsin" bû. Bi vê armancê hin nivîskarên ku di pirtûkê de nivîsên wan hebûn li Pirtûkxaneya Novembre ya li Brûkselê bi xwendekaran re hatin cem hev. Nivîskarên pirtûkê ku demekê li Rojava jî mabûn, bi taybet jî li ser mijarên encamên Şoreşa Rojava, xweparastina rewa, xebatên demokrasiya civakî, perwerde û kooperatîfan de çavdêriyên xwe anîn ziman.
EM DIXWAZIN NIRXÊN ŞOREŞÊ BIDIN NASANDIN
Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Ewropayê Sara Marcha derbare salvegera Şoreşa Rojava de axivî û diyar kir ku jinên enternasyonalîst ku çûbûn Rojava û demekê li wir mabûn jî wê beşdarî van xebatan bibin û ezmûnên xwe par ve bikin. Sara Marcha got, “Armancek me ji vê yekê ew e ku em dixwazin ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava, em tevgerekê ji nû ve zindî bikin. Ev şoreş bala gelek kesan dikşîne û em dixwazin bidin naskirin.”
Sara Marcha bal kişande ser êrîşên ku îro li dijî şoreşa Rojava dewam dikin û anî ziman ku ji bo piştgiriya şoreşê kampanya û çalakiyên cuda jî dewam dikin. Marcha got, “Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanê ye. Hemû pêkhateyên li ser axa Kurdistanê û Rojhilata navîn dijîn, yên ji welatên din hatine tevlî vê şoreşê bûne û ev bûye şoreşa mirovahiyê. Em dixwazin nirxên vê şoreşê bi awayekî şênber bidin naskirin, tevgerên çepgir û jin ji xwe re vê mînak bigirin. Bi vê yekê karibin piştgiriyê bidin û li Belçîka û Ewropayê nirxên vê şoreşê bi awayekî şênber bidin naskirin û rêxistina gel pêş bixin. Her wiha daxwaza me ev e ku hemû rengên jinê ku bi hev re dijîn werin gel hev û jineolojî ji bo vê derfet ava dike. Bi piştgiriya jinê em dikarin pêşî li şerê herêmê bigirin, pirsgirêkên heyî çareser bikin û bihêlin ku Şoreşa Rojava li cîhanê statuya xwe bi dest bixe.”
Sara Marcha bal kişand li ser êrîşên li dijî Şoreşa Rojava û destnîşan kir ku dewleta Tirk ku piştgiriya DAIŞ’ê dike, êrîşên xwe yên li dijî jinê û şoreşê didomîne. Marcha wiha pêde çû: “Ji ber jin bûne dilê vê şoreşê û pêşengiya sedsala 21’emîn dikin, dibin hedef. Em bang li jinên cîhanê dikin ku li hemberî van komkujiyan bisekinin, xwe bi rêxistin bikin û ji van re bêjin êdî bes e. Li Efrînê li hemberî dagirkeriyê berxwedana jinan dewam dike. Heta Efrîn azad bibe wê têkoşîna me dewam bike. Em berxwedana xelkê Şengalê û hemû gerîlayên ku li çiyayê Kurdistanê têdikoşin, li hemberî faşîzmê li ber xwe didin û jinên li Tirkiyê li hemberî faşîzmê serî hil didin jî silav dikin. Em dibêjin em bi hev re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Endama Kooperatîfa Vîeîlle Chechette Lîze ku tevlî semînerê bibû jî diyar kir ku ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava saziya xwe ji çalakiyan re vekirine û dixwazin bi vê yekê rastiya şoreşê li vê derê bidin nasîn. Endama Kooperatîfê got, “Em dixwazin bi her awayî piştgirî bidin Rojava û hin xebatan bikin. Li wir tevgerek û cesareteke mezin heye û em dibêjin bi tevahî dilê xwe em bi we re ne.”
DIVÊ EM HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK BIKIN
Yek ji beşdarên semînerê jî endamê Înisîyatîfa Parastina Kurdistanê Jans Albatross bû.
Albatross ev anî ziman: “Ji bo salvegera Şoreşa Rojava ez li vê derê me. Ez bi Delagasyona Parastina Kurdistanê re çûm Başûrê Kurdistanê. Ji 24’ê Nîsanê ve êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di çapameniyê de jî cihekî mezin girtin. Weke enternasyolîstan em dizanin ku ev êrîş tenê ne li ser wê herêmê, li hemberî tevahiya Kurdistanê ye. Li herêmên cuda jî ev bi salan e dewam dike. Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin wê ev dagirkerî li herêmên din jî belav bibe. Êrîşên li dijî şoreşê gelekî girîng in û dixwazin konfederalîzma demokratîk bê bandor bikin. Ji bo rawestandina van êrîşan dive piştgirî were dayîn. Ji ber vê yekê weke delegasyonê em çûn wê herêmê. Çima ez bi delagasyonê re çûm wê derê, ji ber ku ez li dijî şer im. Şer zirarê dide her kesî û xirab dike. Rola me ya niha jî ew e ku em van rastiyan ji medya û derdorê re bêjin û hewldanên diplomatîk bikin. Ji ber ku rewşa li wir qasî ku em li vir nikaribin xeyal bikin zehmet e.
ÇALAKÎ WÊ DEWAM BIKIN
Çalakî îro jî dewam dikin. Bi munasebeta salvegera Şoreşa Rojava û ji bo bîranîna 33 ciwanên ku di komkujiya Pirsûsê ya 20´ê Tîrmeha 2015’an de şehîd bûbûn wê meşek were lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve tê lidarxistin saet di 15´an de wê li Place de la Monnaîe ya Brûkselê pêk were.
Her wiha roja yekşemê saet di 17’an de jî wê li navenda Jineolojiyê ya li Brûkselê semîner were dayîn.
Di 19’ê Tirmehê de jî wê saet di 19’an de semîner û pîrozbahiyek ji aliyê Classe Contre Classe et le Secours Rouge ve were lidarxistin. Enternasyonalîstên ku li Rojava mabûn jî wê beşdarî çalakiyê bibin û çavderiyên xwe par ve bikin.