BI DÎMEN

Di nobeta Cenevreyê de êrîşên li ser Rojava û Rojhilat hatin şermezarkirin

Nobeta ji bo azadiya Rêber Apo a ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê tê lidarxistin, êrîşên li ser Rojava û Rojhilat hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ya ku her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 260’an de didome. Di çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Çalakiya ku bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Şêxmeqsûd Leyla Qasim, Ziyad Heleb, Gerîla Amara û hemû şehîdên azadiyê dest pê kir.

Komîna Jinan a Şehîd Sema Yuce ya Cenevreyê vê hefteyê pêşengiya çalakiyê kir.

Piştre ji aliyê YJK-S ve daxuyaniyek çapemeniyê bi zimanê Fransî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîmên despotîk ên li Sûriye û Îranê ev du hefte ne mafê jiyana demokratîk a gelan tune dihesibîne û bi bîr xist ku di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes ji ber êrîşên bi çekên giran koçber bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van êrîşan de Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û beşên din ên civakê hedef hatin girtin û ev yek rê li ber koçberiya bi zorê ya sîstematîk û guhertina demografîk vekir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin di navenda van polîtîkayên qirkirinê de ne û daxwaz hat kirin ku tundiya li ser bingeha zayendî, revandin û kuştinên sîstematîk tavilê bi dawî bibe û berpirsiyar werin darizandin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku “Peymana 1’ê Nîsanê" û "Peymana 10’ê Adara 2025’an" ên ku berê hatine ragihandin hîn jî ji bo Sûriyeyek piralî û demokratîk hêviyê didin û ji hemû aliyan hat xwestin ku ji vê xala hevpar dûr nekevin.

Hevseroka Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) Songul Aslan kesên ku li Sûriyeyê ji ber berjewendiyên emperyal, rejîmên otorîter û îdeolojiyên mezhebî hatine qetilkirin bi bîr anî.

Songul Aslan diyar kir ku  ne tenê herêmek an hêzek leşkerî hayiye hedefgirtin, hebûna Kurdan, baweriya Elewiyan û hêviya wan a ji bo jiyana hevpar hedef hatiye girtin. Songul Aslan bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî dema ku li Helebê bombe dibarin û Rojava di bin dorpêçê de ye û got: "Dema ku li Helebê bombe dibarin, Rojava di bin dorpêçê de ye, gundên Elewiyan di bin gefê de ne, bêdengiya cîhanê mezin dibe. Em vê bêdengiyê ji dîroka xwe nas dikin. Ji ber ku her gava ku zilm mezin dibe, em hedefên yekem in. Riya Elewiyan dibêje: Zilm ji ku derê tê bila bê, sekna li hemberî wê maf e. Îro, ev maf li aliyê gelê Kurd e. Îro, ev maf li Rojava ye. Îro, ev maf li Helebê ye."

Songul Aslan anî ziman ku êrîşên li dijî Kurdên li Sûriyeyê di heman demê de bi gotinên nefretê yên mezhebî, zîhniyeta dewleta yekparêz û siyaseta serdest a mêran ji bo tunekikirina modela civakî ya demokratîk, piralî û rizgariya jinan pêk tên û wiha berdewam kir: "Ger rizaya gel nebe, ew pergala hatiye damezrandin zilm e. Îro, rizaya Kurd tuneye. Îro, rizaya Elewiyan tuneye. Wê demê ev pergal ne rewa ye. Em dizanin kî li pişt van êrîşan e. Yên ku gelan parçe dikin û bi rê ve dibin hene. Yên ku ji azadiya jinan ditirsin hene. Yên ku Elewîtiyê wekî gef û Kurdan wekî dijmin dibînin hene. Lê em ji vir bi zelalî dibêjin: Ne gelê Kurd teslîm dibe, ne baweriya Elewîtiyê tê tunekirin, ne jî berxwedana jinan tê têkbirin."

Piştre, li ser navê Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce ya Cenevreyê Yekbûn Guneş axivî û di şexsê fedayiyên Şêxmeqsûd Ziyad Heleb, Gerîla Amara û Leyla Qasim de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Yekbûn Guneş diyar kir ku berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din nîşan da ku îradeya gel teslîm nabe.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Çalakiya rûniştinê heta saet 17.00’an berdewam kir.