Li Ewropayê ji bo piştgiriya serhildana Rojhilat û Îranê wê çalakî bên lidarxistin

Li dijî tundiya Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî xwepêşandanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin wê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo piştgiriya serhildana gel li Îranê û şermezarkirina zext, komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ên rejîmê li dijî xwepêşanderan banga rêzeçalakiyan kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Îranê bi rêbazên bi karanîna guleyên rastîn, girtinên girseyî û qutkirina înternetê li seranserê welêt hewl dide ku daxwazên rewa yên gel tepeser bike. Hat destnîşankirin ku di polîtîkayên tepeserkirinê de bi taybetî jin û ciwanan hedef tên digirin, ev yek hem di nav Îranê de û hem jî di qada giştî ya navneteweyî de pêlek mezin a bertek û hevgirtinê afirandiye.

Organîzatoran diyar kirin ku xwepêşandanên ku li Ewropayê bên lidarxistin, ji bo derbaskirina sansura medyayê ya li Îranê wê roleke girîng bilîze, hevgirtina navneteweyî ya bi gel re xurt bike û ji bo afirandina zexta siyasî û hiqûqî ya li ser rejîmê de wê roleke girîng bilîze. Armanca çalakiyan ew e ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li Îranê tên jiyîn û hikûmetên Ewropayê û saziyên navneteweyî têxin nava liv û tevgerê.

Li gorî daxuyaniyê, xwepêşandan wê di 17’ê Çilyê de li bajarên wekî Oslo, Stockholm, Helsînkî, Munîh, Koln, Rotterdam, London û gelek bajarên din ên Ewropayê pêk bên.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li parêzvanên azadî û mafên mirovan û raya giştî hat kirin ku tevkariya têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin û li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên rejîma Îranê dengê bilind bikin.