Êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarê Brescia ya Îtalyayê hatin protestokirin. Çalakî bi beşdariya Komeleya Konfederasyona Demokratîk a Kurdistanê ya Mîlanoyê û gelek rêxistinên Îtalyayê pêk hat û peyamên hevgirtinê hatin dayin.
Girseya ku li ser banga CSA Magazzino47, Kolektîfa Xwendekaran û Radyoya Onda li Qada Formentine kom bû, daxwaza rawestandina êrîşên li ser sivîlên li Helebê kir. Hat diyarkirin ku biryar hatiye dayîn ku têkoşîna li dijî gefên nû yên êrîşan berdewam û mezintir bikin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê civaka navneteweyî li hember tiştên diqewimin bêdeng nemîne û banga li dijî komkujiyan bi lezgîn têkevin nava liv û tevgerê hat kirin. Her wiha banga piştgiriya Şoreşa Rojava hat kirin û di çalakiyê de dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.