BI DÎMEN

Li Bonnê ji bo Helebê daxuyanî hat dayin

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li dijî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya Meclisa Gel li Bonn a Elmanyayê kom bûn û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî komkujiyan helwestê bigire.

LI BONNÊ ÇALAKÎ

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li dijî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Bonn ê Elmanyayê kom bûn

Di çalakiya ku ji hêla Meclisa Gel a Bonnê ve hate organîzekirin de, ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî daxuyaniyê, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Kurdistan" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Bonnê Ehmed Abdullah di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan li Helebê sûcê şer in û divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin.

Piştî ku daxuyaniya hevpara bi zimanê Elmanî hat xwendin, girseyê demek din bi dirûşmeyan berteka xwe anî ziman. Piştî ku bangann, çalakî bê bûyer bi dawî bû.