BI DÎMEN

Li Marignaneyê komkujiyên li Helebê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostan wan ji bo protestokirina êrîşên li dijî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li Marignaneyê li hev civiyan û daxwaza bidawîanîna komkujiyên ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê têne kirin, hat kirin

PROTESTOYA MARIGNANE

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina komkujiyên li dijî gelê Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Marignane ya Fransayê mîtîng û meş li dar xistin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Marignane hat organîzekirin, ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di mîtîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Kurdistan", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên şer ên eşkere ne û ev êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê hatine kirin. Axaftvanan anîn ziman ku gelê Kurd li Rojava ne tenê hebûna xwe diparêze, di heman demê de azadiya jinan, jiyana hevpar a gelan û hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk jî diparêze.

Di daxuyaniya ku li ser navê Meclîsa Gel a Marignane hate kirin de hat gotin ku perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin, yekane rêya derketinê ya gelên Rojhilata Navîn e û hedefgirtina vê xetê ne tesaduf e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên dagirker û mêtinger ji bo tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan çeteyên cîhadîst şandine qadê.