BI DÎMEN

Meclîsa Gel a Kurd a Zaandamê û DemNedê li Amsterdamê komkujiyên Helebê protesto kirin

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Zaandamê û DemNedê, Kurdistanî li Amsterdamê hatin cem hev û êrîşên hikûmeta cîhadîst a Colanî yên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê protesto kirin. Girseya gel bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikeve te

AMSTERDAM

Li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya bajarê Amsterdamê yê Hollandayê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Zaandamê û DemNedê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de komkujiyên ku ji aliyê hikûmeta cîhadîst a Colanî ve li taxên Kurdan ên Helebê, Eşrefiye û Şêxmeqsûdê hatine kirin, hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Hollandayê dijîn bûn yek û bi yek dengî dengê xwe yê protestoyê bilind kirin. Girseya gel bang li raya giştî ya navneteweyî kir û diyar kir ku her kesê li hemberî vê komkujiyê bêdeng bimîne, dibe şirîkê vê sûcî.

Di çalakiyê de kesên ku di dema berxwedana li dijî komkujiyê de şehîd bûne hatin bîranîn û dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Şêx Maqsûd” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Her wiha di çalakiyê de belavokên ku bi zimanê holandî hatibûn amadekirin hatin belavkirin û bang li gel hate kirin ku li hemberî van komkujiyan bibe xwedî hesasîyet.