BI DÎMEN

Li Kasselê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan

Li Kasselê bi sedan kes li dijî êrîşên li ser sivîl, jin û zarokên li Rojava çalakî li dar xistin û bang li hikûmeta Elmanya û Neteweyên Yekbûyî kirin ku destwerdana lezgînî bikin.

KASSEL ÇALAKÎ

Li Kasselê bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li ser sivîl, jin û zarokên li Rojava çalakî li dar xistin. Gelek çalakvanên Kurd û navneteweyî beşdarî çalakiyê bûn, binpêkirinên mafên mirovan protesto kirin û bang li hikûmeta Elmanya û Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi destwerdana lezgînî bikin. 

Meş li ber Hauptbahnhofê dest pê kir. Di meşê de wêneyên sivîl û zarokên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane, dowîz û pankartên "Stop Die Angriffe auf Rojava", "Schweigen bedeutet Mitschuld" û "Defend Rojava" hatin hilgirtin. Di meşê de beşdaran bal kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî û diyar kirin ku divê ji nedîtî ve neyên.

Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin û girseyê peyamên hevgirtinê bi gelê Rojava re ragihandin. Çalakvanan diyar kirin ku hedefgirtina jin û zarokan sûcek eşkere li dijî mirovahiyê ye û divê kesên berpirsiyar li gorî qanûnên navneteweyî hesab bidin.

Çalakvanên di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn bang li hikûmeta Elmanyayê kirin ku li dijî êrîşên li herêmê  helwestek zelaltir û şênber nîşan bidin. Çalakvanan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin û diyar kirin ku divê hesabê qetilkirina sivîlên li Rojava bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin û ji bo parastina sivîlan divê gavên lezgîn bên avêtin.

Meş piştî  bangan bi aramî bi dawî bû û beşdaran anîn ziman ku ew ê pêşketinên li Rojava bişopînin û hevgirtinê xurt bikin.