BI DÎMEN

Li Marsîlyayê bi hezaran kesan komkujiyên li dijî Kurdan şermezar kirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran kesan êrîşên li dijî gelê Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bikeve tevgerê.

MARSÎLYA ÇALAKÎ

Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo protestokirina komkujiyên li dijî gelê Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê hatin qadan. Beşdariya jin û ciwanan a di çalakiyê de bal kişand.

Girseya ku ji saet 18.00’an ve li Meydana Canebière civiyan, di şexsê şehîdên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Paşê marşa neteweyî ya Kurd "Ey Reqîp" bi yek dengî hate xwendin.

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Marsîlyayê hate organîzekirin, ji Meydana Canebière dest pê kir û heta Vieux Portê dewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Ji Cizîrê heta Helebê me çok nedanî bi me serbilind bin”, “Wêrekiya Jinan tarîtiyê ronî dike”, “Berxwedana Jinan Cîhanê Diguherîne” hatin hildan û alên YPG û YPJ’ê jî di destê girseyê de bûn.

Di dema meşê de bê navber sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Êrîşên HTŞ û DAIŞ’ê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê hêrseke mezin çêkir û li gelek bajarên cîhanê çalakiyên protestoyî berdewam dikin. Di çalakiya Marsîlyayê de jî hat destnîşankirin ku dê hesabê sûcên şer ên çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Heleb û xeta Rojava-Firatê li dijî gelê Kurd pêk anîne, bê xwestin. Bi taybetî serçeteyê HTŞ’ê Ehmed Şara (Colanî) û hêzên piştgiriyê didin van çeteyan bi eşkere hatin teşhîrkirin.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de, bang li dewletên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û DYA’yê hat kirin û hate xwestin ku gelê Kurd li dijî çeteyên cîhadî yên dijminê mirovahî û jinan, bi tenê neyê hiştin.

Berdevkê Meclîsa Gel a Marsîlyayê Serhat Tatos, di axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû destpêkirin ji bo çareseriya demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn hêviyeke girîng ava kiriye û wiha got: “Lê belê îro em bi eşkereyî dibînin ku dewletên mêtinger ên axa Kurdistanê dagir kirine, ji bo sabotekirina vê pêvajoya aştî û çareseriyê, ji qetilkirina gelê Kurd paşve gavan navêjin.”

Serhat Tatos di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir û ev îfade bi kar anîn: “Banga me ji vir ji bo tevahî gelê Kurdistanê, dostên Kurdan û hêzên navneteweyî ye: Divê welatên Ewropa û Rojava, gelê Kurd li hemberî çeteyên HTŞ’ê yên xwedî hişmendiya DAIŞ’ê û bi piştgiriya Tirkiyeyê ne, bi tenê nehêlin. Heke hûn îro li Ewropayê di nava ewlehiyê de dijîn, hûn vê deyndarê gelê Kurd in ku li Rojava li dijî çeteyên barbar li ber xwe dide.”

Meş, piştî axaftinên bi zimanê Fransî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.