Li bajarê Giessen ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mitîng hat lidarxistin.
Di mîtîngê de wêneyên sivîlên ku li Şêxmeqsûdê hatine qetilkirin û alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, Kurdistan yek e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Giessenê Şerîf Narman axivî û diyar kir ku di vê serdemê de pêwîstiya xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd heye. Narman bal kişand ser komkujiyên li Şêxmeqsûdê û got, "Dewleta Tirk û DAÎŞ'ê êrîşî Şêxmeqsûdê kirin. Tiştê herî girîng ku îro divê em bikin ew e ku em bibin yek. Em bi rihê berxwedanê dikarin van êrîşan pûç bikin."
Piştre peyama fermandar Ziyad Heleb yek ji lehengên berxwedana Şêxmeqsûdê berî ku şehadeta wî dabû dayin hat xwendin. Piştî xwendina peyamê, girseyê dirûşmeya "Şehîd namirin" berzkir.