BI DÎMEN

Çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê ya Bernê

Kurdistaniyan bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê ya Bernê û daxwaza ronîkirina komkujiyan dubare kirin.

Li paytexta Swîsre Bernê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di sala 2023’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin çalakî li dar xistin.

 

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Berjîn Zenda ya Bernê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bernê hat lidarxistin û daxwaza ronîkirina komkujiyan hat kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Komeleya Çanda Rojava Gulistan Sadon axivî û bal kişand ser berpirsiyariya dewleta Fransayê û xwest ku sûcdar bên darizandin.

Di çalakiyê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî hatin protestokirin. Biraziya Evîn Goyî Zelal Kara daxwaza edaletê dubare kir û anî ziman ku komkujî ne bûyerek tenê ye.

Piştî daxuyaniya bi Elmanî hat xwendin çelenga reş danîn ber konsolosxaneyê. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Sara Rojbîn Ronahî; Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.