Li hemberî êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk dike Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) dest bi meşekê kiribû. Meşa ji bo 3 rojan ji Lozanê dest pê kir û wê li Cenevreyê bi dawî bibe. Roja pêşîn a meşê li bajarê Morgesê bi dawî bû.
Beriya meşê li pêşiya avahiya Chateaû d’Oûchy mîtîngek hate lidarxistin. Li vê avahiyê peymana Lozanê hatibû çêkirin û bi destê hêzên emperyalîst Kurdistan kiribûn 4 parçe. Piştî mîtîngê çalakger ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan bi sloganan dest bi meşê kirin.
Çalakger bi qasî 25 kîlometreyan meşiyan û roja pêşîn a meşê li bajarê Morgesê bi dawî bû.
Çalakger wê sibehê zû dîsa dest bi meşê bikin û di roja duyemîn a meşê de wê biçin bajarê Nyonê.