Rêxistinên Kurd ên li Rûsya êrîşa li ser HDP’ê şermezar kirin

Organîzasyonên nûnertiya Kurdên li Civakên Dewletên Serbixwe û Rûsyayê dijîn, êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin.

Yekîtiya Saziyên Kurd ên Civakî yên Navneteweyî, Yekîtiya Êzidiyên Rûsya (Êzîdxan) û Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa li ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û sersaxî da malbata Denîz Poyraz.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê hêzên li pişt vê êrîşê bên diyarkirin, ji bo cezayê pêwîst bê dayîn di nava civaka navneteweyî de jî banga zextê li Tirkiye bikin, hate kirin.

Hate diyarkirin ku êrîş tê wateya delîlê herî şênber ê polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan e, anî ziman ku bêcezatî êrîşkaran bi cesaret dike.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Dewleta Tirk û berpirsê êrîşê hikûmeta AKP’ê bi xwe ye” û bang li gelê Kurd kir ku rabin ser piyan.

Herî dawî di serî de bang li Rûsya, DYE, YE û hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.