Poyraz û şehîdên rojiya mirinê li Melboûrneyê hatin bîranîn
Li bajarê Melboûrneyê Denîz Poyraz û şehîdên rojiya mirinê hatin bîranîn.
Li bajarê Melboûrneyê Denîz Poyraz û şehîdên rojiya mirinê hatin bîranîn.
Kurdên li bajarê Melboûrneyê yê Evûstralyaê Denîz Poyraz a ku li avahiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin û şehîdên rojiya mirinê bi bîr anîn.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Vîctorîayê hate lidarxistin. Malbata Poyraz û parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran tevlî bîranînê bûn.
Başaran got “Ji ber ku desthilatdariya AKP û MHP’ê partiya me kir hedef, Denîz Poyraz hate kuştin. Berpirsê vê qetlîamê desthilatdarî bi xwe ye.”
Di çalakiyê de li ser navê KNK’ê jî axaftin hate kirin, helbest hate xwendin û sînevîzyona li ser berxwedana zindanan hate nîşandan.