Pirtûka 'Mujer Vida Libertad' li bajarê Alicanteyê hate nasandin
Pirtûka 'Mujer Vida Libertad' (Jin, jiyan, azadî) li bajarê Alicante yê Spanyayê hate nasandin.
Pirtûka 'Mujer Vida Libertad' (Jin, jiyan, azadî) li bajarê Alicante yê Spanyayê hate nasandin.
Pirtûka "Mujer Vida Libertad" (Jin, jiyan, azadî) ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a ser bi Akademiya Jineolojiyê ya Rojava ve hate çapkirin, bi civînan tê nasandin.
Ev pirtûka ku bi zimanê Spanî qala dîroka tevgera jinên Kurdistanê dike, herî dawî li bajarê Alîcante yê Spanyayê bi civînekê hate nasandin.
Civîna danasînê ji aliyê Komîteya Jinan a Piştgiriya bi Têkoşîna Jinên Kurd re (Lêgerîn Azadî) hate lidarxistin.
Di civînê de her wiha berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hate silavkirin û têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayin.
Ji bo çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava jî banga tevlîbûnê hate kirin.