Pedro Sanchez hikumeta Spanyayê nû kir

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez hikumeta nû ragihand. Tê gotin, hikumeta nû ya Sanchez hîn ciwan û femînen e.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez doh hikumeta nû ragihand. Diyar kir ku hikumeta nû wê "Aboriyê xurt bike û derfetên nû yên kar biafirîne."

Serokwezîr ragihand ku jinûve avakirina hikumetê wê zerarê nede yekîtiya Partiya Karker Sosyalîst û Podemos.

Pedro Sanchez daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku li şûna Wezîra Karên Derve Arancha González Laya, Sefîrê Bilind ê Parîsê yê niha Jose Manuel Albares hatiye wezîfedarkirin.

Serokwezîr Pedro Sanchez diyar kir ku temenê wezîrên hikumeta nû ji 55 salî daketiye 50 salî. Rêjeya jinan a li nava hikumeta beriya niha ji sedî 54 bû, niha gihîştiye ji sedî 63'an.

Carmen Calvo ya sosyalîst ku weke kesayeta duyemîn a hikumetê dihate pênasekirin ji wezîfeyê hate girtin.

Ji Çileya 2020'î dema desthilatdarîbûna Pedro Sanchez û vir ve di nava hikumetê de yekemcar di vê astê de guhertineke mezin tê kirin.